Hemû tişt û ne tiştek im

Kamran Simo Hedilî

Ez ne xwedî taybetmendiyeke cuda, ne jî  tawanbarekî mezin im. Dibê ku ez ne kamil û ne jî bêkûsûr bim. Lê ez heme, ez rastî me û ezê werime xwendin. Di vê meşa min a felsefî, hunerî, siyasî, mirovî, an jî evîndarî de, çawa tê fêhm kirin bile werê fêhm kirin. Kîjan ji van dibe bila bibe, ez nizanim kîjan ji hemûyan pirtir heta vêga vê kete jiyana min. Bi şêwekî din bêjim, ev hemû bi min re meşîn. Lê ez baş dizanim ku hebûma min di nav firtona siyasetê de gêhişte îro.
Jiyana lehengan pir vekirî tê danasandin. Weke gulleya ku rast digihê armancê ye. Dixwazê bi pesindan, an jî bi xemîgîn be, mirov rasterast dibîne. Lê di jiyana min de xîzkên wisa hişkere tune ne. Ez ne çibûm ji ez çibûm baştir min dinasîne. Leşkerekî baş, lê ne şervan. Hunerhezekî dilovan, lê ne weke Hesen Zîrek li ber mirinê jî afirêner. Meyîldarê tawan kirinê, lê ji tawan nehatime barkirin…
Jixwe min nedixwest ku bibime tiştek û ez nabime ti tişt jî. Lê cîhana hemû xeyalan bi min re ye. Di her tştî de ez heme û di yekê de jî, ne serkeftî me. Ji ber ku serkeftin cêwiyê têkçûnê ye? Min di her serkeftinê de têkçûn dîtî û di her têkçûnê de serkeftinek dît. Di nav van serkeftin û têkçûnê de, ez têgihiştim ku meznatiya lehengan ew e ku heta dawiya jiyana xwe, wan piroletî ya xwe (ji edetê der) peristin e. Ev piroletî ji dîjberiya bîrdozî (îdolojî) ji baweriya olî tê. Dem dem ez ketime nav piroletî yê, lê vê dirêj berdewam nekir. Jiyanê ez ji piroletiyên tûj û hişk bi paş ve kişandim. Lê dîsa ez ne weke gundiyekî, an jî weke karmendekî nikarim pesinê xwe bidim û bêjim, ‘‘min jiyaneke normal derbas kir.’’ Nîgarên rojên jiyana min weke nîgarên bajarên piştî erdhejê ne. Hin der bilindin, hin der li jêrin di nav xirbihan de her tişt heye, çîmento, hesin, kevir, zêr û bedenên bê giyan. Her cihên jiyana min jî, ji xirbihên serkeftin û têkçûnan tijî ne.
Ez pira di navber dîjberiyan de me. Ez di navbera pêwîstiyên sosyalî, felsefî, baweriya siyasî û evînê de perîşan bûbûm. Vînê û evînê, bawerî û xwoşewîstiyê di mêjiyê min de hev maç dikirin. Pêta meraqa her duyan jî di nava min de pêdiket. Ez meşqulî her duyan jî bûm. Pirtûk û dildarî, zanîst û evîn, hest û aqil, ez ji min standibûm û ez mest kiribûm. Ez bûbûm du mirov. Goftûgo di nava min de xwert dibû. Hestan digot, ”şoreş, serhildan, raparî û berxwedan” Aqil digot, ”perwerde. Bi înadê hestan digot, ”berî her tiştî şoreş pêwîste. Aqil digot ”ku perwerde gel nebe şoreş bibe jî dê têk biçe. Hestan digot, ”civaka ku dagîrkerî li ser hukumdariyê bike, ne mumkune ku nişvê nû were perwerdekirin. Perwerda ku mirov bide dê weke ku mirov tov li ber ba bireşênînê ye û tovê mirov ne li zeviyê, li dervî zeviyê tê reşandin…
Vî şerê di hundirê min de kir ku di zarokiyê de bê çawa bêdeng û arem bûm, di ciwaniyê de bi giştî ev xislet werê guhartin. Ew kurikê bêdeng çû bû û yekî din hatibû cihê wî. Ew kurikê ku dikarîbû bi demhijmêran li koşekê rûnê û ji cihê xwe nerabê, êdî nedikarî di cihê xwe de deqîqekê rawestê. Vê xislet guharinê kir ku hate roja îro li cihekî bi cih nebûm. Nasekî min di derbarê min de wisa gotibû, ”filankes berhemê hin rewş û pêlên veşartiye. Dayîman ev pêlên nehînî, di cîhana wî de dertêne pêş. Çawa bixwazin wî li peyî xwe dibin. Qet negirêdayî edet, kanun, pêwîstiyan e û pergalan nasnake.” Pêşî ez bi vê danasîna ku nasê min ji bo min kiribû hêrs dibûm…
Piştre ez têgihiştim ku hinekî rastî di vê danasîna min de heye. Ji ber ku hem ji bîranînên min û hem ji bîranînên kesên din, kirin bi tenê di aqilê min de hatine neqişandin. Mirov bi kirinên xwe, xwe didine nasandin. Bi kirinên xwe, xwe diguharin. Bi kirinên xwe ferqa di navbara jiyan û mirinê de dide diyarkirin. Valahiyek mezin di navbara danasîna min û yên ez kirime ez kirinên min de heye. Qet tukes nikarê min bi tiştekî bi tenê bide nasandin. Ne kêmayên min û ne aliyên min ên baş dikarin bersiveke rast bidin. Şêwê herî zehmet û herî xeter, lê dibe yê herî dewlamend jî, şêwê nirxandina mirov xwe binirxînê ye. Mirov di nirxandina xwe de sirên xwe vedişêrê. An jî weke ku sir hene xwe didê nîşandan. Mirov, naxwaze her tiştî weke ku heyî bêje. Ev şêwe di pirtûkên dîrok, huner, ol û heta di ên felsefê de jî heye. Min pirtûkên dîroknasan nivîsîn û yên bi destên ozanan hatibûn nivîsandin bi balkêşî dixwendin.
Lê jiyana min ji van pirtûkan hemûyan pirtir ez perwedekirim. Xwedê wî bi bihuşta ku wî jê bawer dikir şa bike. Mamosteyekî nasê min hebû. Berî niha bi sî û sê salî ji min re digot, ”ez te serokê dewletan bibînim jî, ez te weke siyasetvan nabînim. Tu ji siyasetê pirtir nêzîkî wêjeyê yî. Tu xwe nas nakî.” Mamosta cidî, cidî digot, lê ez dikenîm û min digot ”ez li ku çand û huner li ku ye?” Lê belê ez hê çardeh, pazdeh salî bûm bi naskirina helbestê re min dinyayeke tijî reng, xeyal, meraq, hêvî, jan, keser, daxwazên rengîn û cudahiya reng û xeyalan naskiribû. Xwendina min ya helbestvanan ji naskirina evînê pirtir bandor li ser min kiribû. Ez nikarim bêjim, naskirina evînê ji naskirina helbestê pirtir bandor li min kir. Helbestê ez kiribûm yekî din. Ez ji min cûda kiribûm. Êşa tirsa tariya bi mirinê re tê naskirin, min ji wê reştariyê dûrtir û kûrtir ji helbestvanan naskiribû. Zelaliya peyv û ahangên qasîdên Feqiyê Teyran, êşa hesreta Malayê Cizîrî, têkçûna evîna Mem û Zîna Ehmedê Xanî, nalîn, hawar û gazinên Seydayê Cigerxwîn min xwendibûm. Bi qasî van ozanên me, min ozanên din bi zimanê ku bi lêdanê fêrî min kirin dixwendin. Min Homerosê mezin naskirbû. Min dengên bi dehan ozanên cîhanî bihîstibû û bi dehan helbestvanên navnetawî xwendibûn. Min helbestvanên ku vekirî, an sergirtî, dikirin gazî naskirbûn. Min her zêde jî, ji helbestên tevlîhev, sergirtî û bi sembolan hatibûn nivîsandin hez dikir. Wan dikir ku ez bifikirim û berê min didana riyên nû. Lêgerîna dîtina tiştên winda, rabirdû û roja ez tê de dianîna bîra min. Ji bo ku alîkariya vekirina riyên nû û dîtina rêçên min winda kirî bikin, min hem helbestvanên kevn û hem ên nû dixwendin. Ji her tiştî pirtir ji ber ku hunera helbestê rasterast bandora xwe li hestên min dikir, min jê haz dikir.
Ji berdêla vê rastiyê bêjim, min ji mamosta re wisa digot.
”Mamosta te ez di nav tariya pêlên evînê de naskirim. Te ez li nav gola jana evînê dîtim. Ji bo wê tu îro li neynika zanîst, aqil, roniya fikirî binêrî tê min nebînî.”
Mamosta jî digot, ‘‘tu çi dibêje, bêje, ez te sekretarê partiyan û serokê dewletan bibînim jî, ez te weke siyasetvan nabînim. Ez te şervanê siyasetê nabînim.”
Mamosta digot, ”pêwîste tu hîn bibe ku tu tiştên normal bibînî ne. Tiştên ku mumkine çêbibin, bibîne. Heta tu hînî dîtina rastiyê nebî tu nebe siyasetvan.”
Gelo mirin jî di dawiyê de, ne tiştekî normal e? Mîna jidayîkbûnê, evînê, zewacê, nexweşiyê, pîrbûnê, sirgûnê, dînbûnê û tiştên din e. Lê birastî di wê demê de min nedixwest ku ez ji van tiştên normal bawer bikim. Her ku lîsteya tiştên normal dirêjê dibû û diçû, min berê xwe dida riya xwe û ez ber bi siyasetê ve diçûm.
Vêga dema li nav şopên jiyana xwe digerim, ez dibînim ku tiştên min didîtin hemû ne normal bûn. Di nav normalên min de, gelek ne normal hene. Wê demê min nizanîbû ev tiştên ku vêga ne normal dê ewqasî tiştên normal bi xwe re bînine pêşiya min. Tevî wê jî, ez hê nizanim rêwêtiya xwe li kû deyînim. Di nav tiştên normal yên ku bi min re çêdibin de dênim, yên mîna nexweşiyan, dînbûnê û çûna bi ber mirinê ve. An jî, di destpêka roja serhişkiya xwe ya pêşî de deyînim.  Berî niha bi sî û sê salî ez bi gotinên mamosta dikenîm. Îro li xwe dinêrim bê mamosta çiqasî rast bû û wî ez ji min baştir naskiribûm. Ez ne şervan û ne jî mirovê siyasetê me.
Di wê demê de nafêhmkirina wan gotinan, di guhên min de li zengilê serhişkiyê dixist. Heta min nedixwest li wan gotinan guhdar bikim. Hijdeh, bîst salî bûm. Dil pola û ramanên min li asoyê bûn. Di van salan de ez li naskirina xwe digeriyam. Bi gera naskirina xwe re, min xwedê naskir û ew di gelek dudiliyên xwe de winda kir. Gelek caran min hêvî jê kir. Gelek caran bi alîkariya wî bawer kir. Bi vê metelokê min ew di ferhengê daxwazan de winda kir. Metelok wisaye; kurê pîrejinekê dimire. Jinik heroj diçê ser gora kurê xwe ji xwedê dixwaze ku kurê wê sax bike.
”Xwedê tu Hemikê min rakî. Tu dilê min pê şakî.Destek cil bi bejin dakî.
Bi xweşika gund re wî zava kî”.
Pîrejin heroj vê duayê dike, lê xwedê kurê wê sax nake. Pîrejin ji duaya xwe diweste û li dora xwe dinêre ka kesî din li nav goristanê heye an jî na. Kesî li dora xwe nabîne û bi tirs wisa dibêje, ”xwedê te ji kesî re nakiriye û ji min re jî nakî.”
Vê metelokê berê min da cîhana dudili ye. Min nizanîbû daxwazên xwe ji xwedê bixwazim. An ez bi xwe li xwestinên xwe bigerim. Vê dudiliyê ez bernedam. Min pêsîra xwe ji destên wê rizgar nekir.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…