Başûrê Kurdistan û hilbijartinên wê

Azer Osî

wekî ku tê zanîn wê di 25 ê Tîrmehê de hilbijartinên giştî li başûrê Kurdistanê (Kurdistana Îraqê) dest pê bibe û wê di danê êvarê de biqede.
tiştê balkêşe ewe…ku pir partî tevlî vê hilbijartinê dibin û 1 yek ji 5 kesan jî, ji boyî serokatiya kurdistanê, yanî herêmê we re hilbijaritn, yanî bi dengên gelê Kurdistanê (kurd, Asûrî, Kildan, ermenî, Turkuman û Ereb). Di van hilbijartinan de lîsteya Hêvî jê bê par ma, bi buhaneya ku Alîgirên P KK ê ne,

Lê tevî vî tiştî jî, wê ev hilbijartin di Rojhilata navîn de bibine nimûneyekî baş, ji ber ku wê bi hezaran ji kesayetiyên nav netewyî amade bibin û rewşa hilbijartinan kontrol bikin.
Tiştê balkêş ewe ku hêdî hedî gelê kurd rola xwe di nava vê cîhana bê dad de dilîze û roleke pozîtîf dest nîşan dike. Ew gelê ku hemû cûreyên zorê li ser di çar perçeyên Kurdistanê, dihate meşandin.
Bala min jî pir hate Kişandin di van hilbijartinan de, yek jê gefên hêzên Şofînist yên ku tiştekî ji kurdan re pesend nakin ji bilî çewisandinê, lê ez bawer dikim kurd nema guhdarî wan dengên neşaz dikin, lê ya herî giring ewe ku kurd ber bi yekîtiyeke netewî dirin û partiyên kurd yên sereke ev yek baş naskirine ku yekîtiya Netew di ser ya partiyan re ye û partî jî gerek di xizmeta netew de bin.
merov bi giştî dilê her kudekî veke wê bêje yekitiya kurdan ez dixwazim. dibê ku pir wateya vê gotinê nizanbin, lê ji ber pêşiyên me gotine, ev gotin di serê her kurdekî de hatiye tomar kirin.
Dijminê me kurdan bi wê yekê baş dizanîn û li ser tayê nakokiyên civat û partiyên Kurdistanê kurd bera hev didan û hêza kurdan bi destên kurdan têk dibirin û li nava cîhanê digotin kurd bi kêr nayên. vê yekê jî kurd pir di hemû aliyan de qels kirin û bi taybetî û tiştê herî giring di warê pisîkolojî de.
Îro hinekî rêvebirên gelê kurd di çar perçeyên kurdistanê de, naskirine ku rêça diyalokê û rêbazên dîmoqratiyê bi hev re rêça yekemîne ji boyî serkeftina doza gelê Kurdistan.
Ez her dem dibêjim, ku partiyên kurd bi dilsoî nêzîkî hev bibin û rêzgirtinê ji hev re bigrin, wê pir destkeftiyan pêk bînin, yanî bera her partiyek li gorî bîr û baweriya xwe, li gorî ramana xwe, tev bigere, bêyî ku hestên kurdewariyê birîn bikin, bêyî ku di tiştên biçûk de bi ramin, yanî her dem li ser xurtkirina kurdan û ji hev xistina dijminên kurdan bi ramin, wê kurd wê çaxê ji hêzên yekemîn di rojhilata navîn de bin û wê di nava cîhanê de rêz ji kurdan re, we re girtin (ji ber dema ku merov rêzgirtina xwe bigre, wê her kes jê re rêzgirtinê bigre)
Tevî listikên dijminan..kurdan li bakurê kurdistanê di hilbijartinê şaredariyan de, dengên xwe dane xwe yanî dane  DTP ê û wê di 25 ê vê heyvê de, dengên xwe ji xwe bidine xwe. Wê parlemanek ne yek reng yanî pir reng be, ta ku  di demên dahatûyê de yek kontrola yê di bike û hemû tiştên gendeliyê têk bibin.
Ez jî wekî merovekî kurd bi şehnazî, li van hilbijartinan dinerim û bi hestên kurdewariyê her kesê kurdewar hembêz dikim
pir kêfxweş dibim dema ku serokê herêma kurdistanê birêz Mesûd Barzanî dibê nema û nema rê didin ku kurd bi destê kurd we re kuştin
dizanim bê ev gotin çiqasî hêzê dide kurdên dilsoz, ne yên kurtêl xur, û dizanim bê çiqasî ev gotin dilê neyarên doza kurd û kurdisatn tarî dike
wê demê nema dikarin lîstikên xweyî qirêj bi destên kurdan pêk bînin û mecbûr bimînin ku mafê Kurdan bidin wan.
Ez bi hêvîme, ku wê ev hilbijartin pêşbaziyeke gewre bide doza kurd li her sê aliyên din ji kurdistanê
bijî Kurdistan û bijî yekitiya gelan

24.07. 2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…