Di Bîranîna Mîr Celadet Bedirxan de Hola Dr. Nûreddîn Zaza hat vekirin

Konê Reş

   Di roja 15/07/2009 de, bi helkeftina ku 58 sal di ser koçkirina Mîr Celadet Bedirxan re derbas dibe, Partiya (PDPKS), bi seroketiya mamoste Hemîd Derwêş û beşdarbûna cemawerekî baş ji Kurd, Ereb û Mesîhiyan hola Dr. Nûreddîn Zaza hat vekirin. Di dawiya merasîmên vekirinê de û bi helkeftina bîranîna 58 saliya Mîr Celadet Bedirxan, bi vê kurtejinenîgariya wî min beşdarî kir.. Belê di destpêkê de min hola Dr. Nûreddîn Zaza li xelkên Qamişlo pîroz kir..
   Ez ne bawer im ku tu malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî, ji dil û can xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin, tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin.
  Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve, di koçberî û sirgoniyê de dijiyan, lê wan qet Kurdistana xwe, warê bav û kalên xwe jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirgoniyê de, di bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn, bi gotin û kirinê dixebitîn, çi di warê civakî û rewşenbîriyê de, û çi di warê siyasî û konevanî de, û wiha tev di sirgoniyê de dûrî xaka Cizîra Botan mirin. Û wek ku mamoste Hemîdê Derwêş, her dem dibêje: Cihê ku Bedirxanî lê bijîn, Kurdistan li wir e…
   Her û her daxwaza wan pêşxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû û wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin.
   Îro roj 58 sal di ser koçkirina rêperê zimanê kurdî, mîr Celadet Bedirxan re bibuhire, ( 15/07/1951). Bi vê helkeftinê kêfxweş dibim ku em yadvegera koçkirina wî a 58 salî li Qamişlo pêk bînin. Hêjaye gotinê ku di sala 1952 an de, yekemîn car van herdû hevalên wî yên Asûrî Yûsif Melek xwediyê rojnameya Esra û Avokat Mensûr Şalîta bîranîna wî li Şamî pêk anîne.. Di sala 1953 an de, careke din kebaniya wî Rewşen xanim bi alîkariya Kurdên Şamê û nadiyê Henano li Şamê ew bibîr anîne… Di sala 1991ê de me li Qamişlo 40 saliya koçkirina Mîr Celadet vejandin va îro em 58 saiya wî di roja koçkirina wî de (15/07/2009), bi helkeftina vekirina hola Dr. Nûreddîn Zaza bi bîr tînin..  
   Mîr Celadet Bedirxan li ser rê û şopa apê xwe (Miqdad Medhet Bedirxan) di liviya,  hawar û gaziya wî ji ya apê wî bû. Ew apê ku di roja 22ê insana 1898″an de,  yekemîn Rojnameya kurdî li Qahîre weşandiy û di nav kurdan de bibelavkirin daye û di nav rûpelên wê de gazî kurdan kiriye û gotiye: (Gelî mîr û axano, kurmancino ! qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya û axretê rûyê mirov sipî dike …Niho zaroyên xwe bi elîmînin ilm û marifeta. Hûn bi xulaqeta xwe şûcah û cesûrin. Hekê hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinê hemiya xurttir, dewlimendtir bin..)
   Tiştekî giring heye, pir bîr û baweriya min pê tê, ew jî eve; yê ku li kevnê xwe ne pirse, lê neguhdarbe û neparêze, zore ku karibe di pêşerojan de, tiştekî durist û aktiv ji gelê xwe re pêşkêş bike.. Vêca gereke em guhdariyê li vê yekê bikin, li wan mirovên xwe yên kevnar miqatebin û gelê xwe serwextî jiyan û xebata wan bikin. Fermo bi kurtahî jiyan û xebata mir Celadet Bedirxan sehbikin:
   Tevî  ku mirê dûmahiya welatê (Botan), mir Bedirxanê Azîzî, di sirgunê de li Şamê, di sala 1868 an de çûbû ber rehma Xwedê, lê siltanê Osmanî rê neda kurên wî bi vegera warê bav û kalan” Cizîra Botan“, piraniya wan kirin hakim,  walî û paşa, lê li dervî welatê wan, da ku ji şer û bela wan xelas be…
   Hing ê” Emin Alî, bavê mir Celadet  kurk ji wan kuran bû, para wî bû hakimê cezayê li Stanbolê. Di wê hingê de, Xwedê kurek dayê, nave wî kir Celadet, ango sebir û saman, ji ber ku pir bi hêvî bû ku, wê tengayî xelas bibin û rojekê li welatê xwe Botan vegere.. Vêca sebir û saman dikişand.. lê mixabin, ew hêviyên wî pêre çûne gorê, li cihekî dûrî welatî wî bi gelekî, li Misrê, bajarê Qahîre, di sal 1926 an de.   Lê kurê wi Celadet ew hêviyên bav û bapîrê xwe, bi xwe re hilgirtin û  hilanîn û di ber wan de xebitî ta roja dawî ji temê xwe. Û wiha Mîr Celadet bi welatparêzên kurdan re, bi bav, ap, pismam û birayên xwe re komeyên kurdî yên pêşîn di Stenbolê de ava û sazkirin. Di sala 1914 an de, di eniya Qefqasê de, beşdarî di şerê cîhanî yê yekemîn de kir, ta ku giha Tebrîz û Bako… 
   Di sala 1919 an de, ew û birayê xwe Dr. Kamîran, Ekremê Cemîl paşa û Fayiq Tewfîq(Pîremêrd), ji Silêmaniyê di gel mêcer Newêl yê inglîzî, li kurdistana bakur geriyan, da ku daxwazên gelê kurd nasbikin berî ku peymana(Sîverê) bê morkirin di navbeva hevalbendan û dewleta Osmanî de.. Di sala 1922 an de Mistefa Kemal paşa fermanek deranî bi kuştin û sirgunkirina malbata Bedirxaniyan, vêca ji neçarî tirkiye li şûn hiştin û bi şar û welatên dinyê ketin, ta ku ew û birayên xwe Kamiran, li elmanya bi cî û war bûn. Bavê wî Emîn Alî û birayê wî yê mezin ( Sureya: Dr Bileç Şêrko ) xwe gihandin Misrê, bajare Qahire. Hingê mîr Celadet li elmanya xwendina xwe di avokatiyê de bir serî  û dest bi xwendina doktorayê kir. Lê dema ku sehkir şoreşa şêx Saîdê Pîranî dest pêkiriye, di derhal de xwendina xwe li rexekî hişt û xwe bi şoreşê ve gîhand.
   Mixabin ew şoreş ne di çax û demê xwe de destpêkiribû û dawî bi hovitî hat perçiqandin..Mîr Celadet jî, polîpoşman careke din zîvirî almaniya. Di sala 1927 an de mîr Celadet û Memdûh Selim beg Wanlî, bi alîkariya ermenyian, komela” Xoybûn” li Libnanê damezirandin. Bi beşdarbûna gelek welatparêz û serokên eşîrên mezin di kurdistanê de wek: Dr. Şikirî Segban, Memdûh Selîm Wanlî, Haco Axa, Emînê Perîxanê…Hwd
   Di sala (1929_1930) de xwe amade kirin ji şoreşa (Agrî) re, ku ji sînorê sûriyê êrîşî tirkan bikin û bavêjin ser Mêrdinê, Midyadê, Ûrfa û Cizîrê.. De ku akama artêşa tirkan ji ser şoreşvanên Agrî sivik bibe. Lê sed mixabin wek ku mîr Celadet û hevalên xwe dixwestin bi wan re neçû serî. Ji ber ku hingê axa û begên Binxetê xwe bixwe ji hev nerazi bûn û şerê hev dikirin.. Vêca mîr Celadet ji neçarî xwe bi şoreşa Agrî ve gîhand, da ku di şer de li kêleka (Îhsan Nûrî Paşa) û (Îbrahîm Hesko Têlî ) be…
    Lê sed  heyf û mixabin, ew şoreş jî bi destê tirkan, bi tindî hat qurmicandin. Serokên  wê jî, ji neçarî xwe li îranê girtin û mîr Celadet Bedirxan di gel wan.
    Li  Tehranê, mîr Celadet bi şah Riza Pehlewî re rûnişt û doza alîkariya kurdan lêkir, lê şah Riza xwe neda ber tutiştî, tiştê ku xwe da ber, ku mîr Celadet biya wî bike û bibe şalyarekî bi kêfa xwe li dewleteke ewropî..Lê mîr Celadet  bi vê tevdîra Riza Pehlewî razî nebû, vêca Pehlewî ew bi darê zorê ji tixûbên îranê deranî û berê wî da iraqê..   Di wî çaxî de li îraqê, hikumeta ingilîzî şerê kurdan dikir, dema ingilizan sehkir ku mîr Celadet li Bexdayê ye, ketin hev de û rêtengî jêre cêkirin. da ku ji îraqê derkeve. Ji ber ku mîr Celadet Bedirxan di wê hingê de wek sembolekê  bû ji netewiya kurd re. Û dawî ji necari mîr Celadet ji Iraqê derket û careke din xwe li sûriyê girt.  Li sûrî jî, hikûmeta firansî ya ku desthilat bû, dest danîn ser û ew şandin Şamê da ku di bin rûniştina zorê de be, wek piraniya Kurdperweran.. Wiha mîr jî ket bin rûniştina zorê de li Şamê, di gel welatparêzên kurdan, serokên êl û malbatên mezin yên sirgunkirî wek Malbata Cemîl Paşa Diyarbekirî, Dr. Nafiz Zaza, Memdîh Selîm, Haco Axa û zarokên wî, Qedrî Can…
    Di sala 1932 an mîr Celadet bi serokên êl û eşîrên kurdan re, bi şêx, mellan û welatparêzan re komelak damezirandin bi navê: (Civata alîkariyê ji bona kurdên belengaz li Cizirê ), nemaze ji bo wan kurdên ku ji tirkiyê mişextî û sirgunî Binxetê bibûn û piraniya wan tazî û bircî bûn. Vêca ji bo alîkariya wan, ev civat hatibû ava kirin û gelek malik li şar û gundên Binxetê hatibûn vekirin. Hinge serokê civatê li bajarê Şamê Dr. Ehmed Nafiz Zaza bû û li bajarê Hesekê Hesen axa Haco bû.. Ji ber gelek sedeman ew civat jî pûç derket û mîr bê hêvî bû.
   Mîr, rabû rêke nû da ber xwe, ku bi tena xwe kovarekê bi zimanê kurdî tîpên latînî di nav kurdan de biweşîne, bi wê alfabêya latînî ya ku ji sala 1919 an de pê mijûl bibû.. Wiha di roja 15.15.1932 an de hejmara pêşîn ji kovarare xwe (Hawar) çapkir li Şamê û di nav kurd û biyanyan de belavkir û hawar û gazî kurdan kir û got:
   (Hawar dengê zanînêye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji mere riya felat û xweşiyê vedike. Hawara me berê her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin lewma ku ziman şerta heyînê ya pêşîn e…)
 Ew cara pêşîn bû ku alfabêya kurdî latînî berdestî berdestî xwendevanên zimanê Kurdî dibe. Di gel kovara “Hawar ” ê re, di roja 1/4/1942 an de, mîr Celadet kovareke din bi navê “Ronahî” xurû bi kurdîya latînî çap û belavkir..
   Mîr Celadet bi bêtîrî “15”navan di van herdû kovarên xwe de dinivîsand. Ji ber ku kesên nivîskar kêm bûn û ne dixwest ku biyanî zanibin ew tenê, yan ew birayê Xwe (Dr. Kamîran) tev babetên van kovaran dinivîsînin. Di pey re mîr Celadet nav di gelek kesan de dida, ew dehif didan ber bi nivîsandina zimanê kurdî de. Di roja îro de gelekan ji wan nav û deng dane wek: Cegerxwîn (mele şêxmûs ), Osman Sebrî, Qedrî Can, Mistefa Ehmed Botî, Hesen Hişyar.. Hingê jî, gelek kesên bi nav û deng di kovarên wî de nivîsandine wek: Goran, Bêkes, Ihsan Nûrî Paşa, Evdulrehmanê Eliyê Ûnis, Cemîlê Haco axa hwd. Mîr Celadet di ber herdû  kovavên xwe re pirtûkxaneyek vekir bi navê (Pirtûkxana Hawarê), û 20 pirtûk çapkirin, dîwana Cegerxwîn a yekemîn: Pirîsk û Pêt ” yek ji wane. Hem jî mîr Celadet pêşgotin ji vê diwana Cegerxwîn re nivîsandiye.
   Di sala 1935 an de mîr Celadet ” zewicîye ” diyare ku kebaniya wî “Rewşen xanim Bedirxan e”. Keçnama wî bû.
   Ji zewaca wan kur û keçek li wan zêde bûye, kur navê wî “Cemşîd ” e  di sala 1939 ande çêbûye, doktore di bijîşkiye de, jiyana xwe li Almaniya derbas dikir, di sala 1999 an de li Barazîl çûye ber dilovaniya Xwedê. lê keç navê wê (Sînemxan) e, kebaniya nivîskarê kurd (Selah Sadella ) ye niha li Hewlêr dimîne… Mîr Celadet bi van zimanan dizanî: tirkî – inglîzî – firansî – farisî –rûsî-yûnanî- elmanî-erebî ji bilî ku  zimanê kurdî zimanê dê û bavê wî bû, zimanê axaftina mala wî bû.
Ji berhem û afirandinên mîr Celadet Bedirxan:
1-Rêzimana alfabêya kurdî, Şam 1932. ji berhem û afirandinên mîr Celadet Bedirxan:
2- Rûpelinine alfabê, Şam 1932.
3-Bîyîsa Pêxember. Şam1933.
4-Nevêjên Êzedyan Şam 1933.
5-Nameyek ji Mistefa Kemal Paşa re Şam 1934.
6-Li dordoza Kurdistan ê, Misir 1943.
7-Giramêra kurdî, Şam 1943.
8- Giramêra kurdî-bi firansî
9-Sebebên rastyi ketina edivne
10-Ferhenga kurdî –kurdî
11-Ferhenga kurdî-firansî
12-Xwebinas
13-Kitêba sînemxanê
14-Hevind   “şanoye”
15-Dîwanek helbest, çapnebûyî”

Qamişlo 16/07/2009

 
 

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…