JI REWANÊ SEYDAYÊ EHMEDÊ PALO RE


Hadî Behlewî

Dûr birin pêlên xwe  pişt deryayê lavan pêlê şînê
Dem û çaxêm bûne hemrah pirsyar bûn ew ji jînê
Ka çi bû îro li vê qadê li vê dinyê li ser taca zemînê
Lê bi awazek siyah reng hate bersiv ji erînê

Bûne çaxê go peya bin xwîn û şehbazê evînê
Ew ji pişta hespê ristan neqşê mîrzo bi wî jana birînê
Şev belabû kiriye tarî wî li şar û herêman
Şewq û tirêja wî hat ew veşartin ji xeman
Deng û awaz lal dibûn ew bi d used dav û geman
Hêstr û fermîsk bûne volqan da pekîn cok û şeman
Ger peyabin wek te Palo j hespê xam û qeleman
Rist û pexşan û edeb nadin tucar mafê deman
Tu li nêv jan û derdan guleke j qehwan û lale
Bîn û mawerd veweşand şewq û ronî dane bale
J pîn û astengan te dabû bêyî peydav û mitale
Dengekî şîrîn û rewan ji xunav û mij û jale
Doz û daxwazan jîn û jîndarî jib o kurd û hevala
Lê mexabin tev belabûn man li mîvazeke vala
Bê çilo av vedike şopê li şem û geliyan
Bê çilo xwîn bête nîşan ew li rûkê xwîniyan
Bê çilo berx bête berdan tête ber mak û diyan
Bê çilo bê dengiyek awaz dibe li hev vedgere çol û çiyan
Tê bimînî navê tû çend kes ew bi navê te li kolan û çiyan

Sinceq û ser nam û al bin sedema hest û viyan

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…