Qadir Egîd
Bi xwendina Sar weke tirsê re dîwana yekem ya helbestvanê Kurd Ciwan Nebî, ya ku ji weşanxaneya El_zeman, li Şamê di sala 2006 an de derketî tê xuya kirin ku dîwana taybetmendiya ye. Taybetmendiyên ku ji zimanê helbestê ve destpê dikin. Zimanê taybet ku zimanê civaka Ciwan ya taybet e, zimanê Ciwan e. zimanekî bi rewaniya xwe şalekî Kurdî ye bi ser bejn û bala helbestê de berdayî ye, û li ber bayekî sivik ma ye. Robarek e rast e, bê tirs li zemîna Sar weke tirsê diherik . Zimanê ku di gelek cihan de xwe spartiye ser gotinên dê û bavan, nexasim ew gotinên ku ji zaroktiya me de bandora xwe li me kirine û di guhên me de bûne mîna guharan. Zimanekî wêneya ye û sînorên Wêneyan li cem Ciwan- mîna tirsa wî – bê perav in, tevgera suruştê derbas dikin, û tevgerine nû diafirînin:
Wê şevê
û dema gundê me kûçikek bi sermê ketibû
ezman diterpilîn….. rû 9
Ciwan gelek caran hestan gewde dike di wêneyên xwe de, wan dike mirovên xwedî hest, bi tengayê û ferehiyê hest dibin. Gul in xwedî bihn :
Pêlavên şahiya min
li peyên wê teng dibûn,
ew evîna di tingê min de
difûriya û bi bêhna xwe ez geş dikirim).Rû 10
……………………………
( va rojan
Zingar girtine).Rû 12
……………………………
( hînde xewnin
ji girinjînên aso
bi zekemê ketine.)
Ciwan ji wêneya raste rast – mîna ku gelek helbestvan di helbestên xwe de bikar tînin dûr e, wêneyên wî di cihnan de nediyar in, şelû ne, yan bi rengekî ku mirov dixe pirsînê de bikar hatine. Li gor baweriyên wî, helbesta ku wêneya xwe li ser tebeke zêrîn pêşkêşî xwendevan bike ew ne helbest e. Mîna ku di helbesta SEQA de eşkere kiriye:
ez çi serhişk im…!
Ez dixwazim her gotineke min
karî be rahêje barê ” Sîzêv“.Rû 39
Sar weke tirsê dîwana taybetmendiyên helbestvan e weke ku min gotî û taybetmendiyan pîvanek baş ji dîwanê girtine, çi ji hêla nivîsandina li ser malbatê ve be, yan nivîsandina li ser tiştê gelekî nêzîkî helbestvan weke bendewariya wî, mîrokên li mala wan, pisîkên wan, rewşê wan, zaroktî û tiştên gelekî taybetmend. Ev pîvan ji diyariyê de destpê dike ji hêla naverokê ve, dema ku pirtûkê diyarî birayê xwe dike:
Diyarî birayê min î hêja
Şivan Nebî
Şivano û hew.
Lê piştî vê diyariyê, ne Kela dilê wî hênik dibe, ne jî siwarên biratiyê ji hespên xwe peya dibin, lewre wan di helbestek taybet de dipesinîne, rêz û rûmeta ku jê re digrin dide xuyakirin:
Dema ez diaxivim
ew tizbiyên xwe yen kin
dixin bêrîkên xwe de…. Rû 38
Û Dawî, di dirêjtirîn helbest di dîwanê de ” mala me li wir e “, sînga xwe ji xwendevanan re vedike, û bi zimanekî nerm û hestdar rûpelên dîwanê bi hestên xwe yên rengîn dixemilîne. Her kesekî ji malbatê hêlîneke wî ya taybet di cîhana dilê Ciwan de heye, pencereyên van hêlînan ji xwendevanan re vedike, hezkirina ku ji dê, bav,her heyşt birayan ( Serbest, Şivan, Hemdîn û Şemdîn, Receb, Yûsif, Mahiro û Azad) û xweşka bi tenê re di dilê wî de şax daye, bi dara mirada ve dadilqîne. Ji pehra ” Mahiro” Ciwan wisa dibêje:
Gelo li bîra te ne
ew rojên ku nuha
em wan pîvazeke tûj hûrdikin?
Dema zaroktiyê
çawa em bi darê tiwan ve
hildikişyan
û me tû weke va hêsrên xwe
diweşandin
dara mizgeftê
dara kalkê min
ne tenê
ma ne ji şaxên wa daran
me qewsikne xwe jî çêdikirin
û bi wan me çavên girî diteqandin…Rû 59.
Û ji Azad birayê herî pîçûk re wisa:
Rojekê tu ê mezin bibî
û nas bikî çima ev rojên te xwas baz didin. Rû 60
Ciwan weke berdewamiyekê ji taybetmendiyên xwe re li ser zaroktiya xwe rawestiyaye, û tiştên ku nikare ji wan azad bibe ji serê wî – mîna kurmê darê – dixwin, him wî mat dihêlin û him wî di gola dudiliyê de werdikin, lewra vê pirsa balkêş ji bilî xwe ji tu kesî dî nake, û dawî ew bersiva xwe dide. Di helbesta (di zaroktiya xwe de)helbestvan qoreke dîn dadikeve, û taybetmendiyin dî ji xwendevan re diyar dike:
Di zaroktiya xwe de û belkî nuha jî
min dixwes wî bibînim
da nas bikim
ka ew jî weke min radize
yan ew jî weke min dixwe
yan ew jî weke min……
Sibe heger ez bibim ew
ma wê dîtina min
xwesteka min be? Rû 26
Taybetmendiyên helbestvan di hemî helbestan de diyar in. lê di helbesta (şeş) de, ev nemre şîrove kiriye û wateyin taybet jê wergertine,û girêdanek di navbera vê nemreyê de û payebûna evînê û bayê belengaz de ava kiriye:
Bû şeş car
ez û tu
pêrgî hev tên
lê ne tu ji ezmanan
dadikeve
ne ez dikarim
bi pêpelûkên te
yên bilind ve hilkişim
tu derbas dibî
û ba di navbera min û te de
bê bar dimîne. Rû 36
Di Sar weke tirsê de Bandora foloklor û kultura civakê li ser helbestên Ciwan diyar e, ev jî rengekek ji taybetmendiyê ye. Taybetmendiya Ciwan weke kurê civakekê, taybetmendiya civaka Ciwan, taybetmendiya Ciwan weke helbestvanekî ji civakekê, ji milletekî. Bandora gotinên wê civakê, nerînên wê, kultura wê, nexasim bandora strana ku bi dengê hunermendê nemir Mihemed Şêxo bihîstî .Di beşê didwan ji ” Nimêjên felekê ” Ciwan wisa dibêje:
Bera çiya
Bilind bibin
Bera ” Sînem ” li wir bimîne… R 68
Herwisa bandora rastiyên zanistî jî cihên xwe di dîwanê de girtine, di beşê 5 an de ji heman helbestê,wî_ xwe_ dibîne zemîn û yar rok e:
Weke zemînê
li derdora wê
dizîvire,
li derdora xwe
dizîvire….Rû 71
Berî ku roka dîwanê di nav destê xwendevanan de here ava, bi helbesteke xweş xatir ji wan dixwaze, û tîrêjin kesekesor di asoyê hişê wan de pêdixe. Helbesta” çehireyên çarşemê – çarşem newroza minî xweş ” dirêjtirîn helbest piştî helbesta ” mala min li wir e “. Di wê helbestê de, ji ber zimanê hesan, ku mîna rûbarekê di çol û bêlanan de diherike, libên axa zuha şil dike, serê gulên çilmisî ber bi rokê de vedike, û serê lêvên wan bi girinejînin sivik dixemilîne, ji ber wilo bi rewanî xwe berdide dilên xwendevan û golên zelal di giyanê wan de diafirîne.
qey ev çarşem
ji xwe fedî nake?
ev çarşema zexel
ku di nav pêlê êşên min re
diherikî û dihat!
ew niha diçe
û dengê gavên wê teptepa
dilekî bê zirav e! Rû 63
Lê dawî, piştî guftûgoyin dirêj ew û vê çarşemê pirsgirêka navbera xwe çareser dikin û li hev tên:
Ez ê….
ez ê qermîçokên
di riwê va bîranînan de
bi dîtina te jinav bibim
ez têm
ma tu li hêviya min î ?! Rû 65
Di dawî de dîmîne ku were ku gotin ku dîwan ji aliyê rênivîsê de û ji ber ku ev ezmûneya yekem e ji helbestvan re di hindek cihan de rê berd ye, lê tev wilo jî ev kêmasî nebûye problem û bandora xwe li hevdugirtina hevokê nekiriye, xwendevan dûrî hest û wêneyên nazik ku ji dilê wî dibarin nexistiye. Tirs û serma her du kesên ku tu carî li ser tu maseyan bi hev re rûneniştine, destê hev nehejandine, û dibe ku li tu riyan rastî hev nehatine. Helbestvan ew li hev anîne, govendek di dilê xwe de ji wan re gerandiye, mara wan – li gor olê helbestvanan – li hev biriye, li ser doşekekê ew xistine xew de. Û dema ku derî – piştî meha hingivîn – li wan vekiriye, zarokek biçûk bi çarpiya ber bi helbestvan de çûye; ew zarokê xweşik navê wî (sar weke tirsê) bû.

Sar weke tirsê dîwana taybetmendiyan e, dîwana wêneyên nazdar e û pirsa her evîndarî, malbat û her wiha dîwana tirsa sar e.