

Dimrim
Ji bo te ha…,ma te hay jê heye?
can disojim, da ronîbikim koşeyekê ji taristana te
û hemû derdorên me pifdikin..!
û yek jî nabêje ” Hella” û xwe disojim, ha…
da pitikek ji ariya canê min, bi ber bê re,
têkeve çav û pozê bênamûsan!
xwe disojim
ta…
bê dawî…
bi…jî..m…
R(19)
Her ariya canê helbestvan, û helbest pozê bênamûsan herdem dişewitîne, û wisa nameya vê helbestê dergehê rola helbestê di civakê de ber fireh vedike, di dema ku çavê bênamûsan ji mal û milkê dunyayê têr û bar nabe, divê ku helbest pozê wan bênamûsan bi şewitîne. û mebest ji gotina (bênamûsan) gelek wateyên wê hene divê helbestê de , ewin ên ku hiştine helbestvan dûrî dilopek ava ji mizgefta mezin bikeve, û ewin ên ku tayek Endeko lê kirin bi hesret, û ewin ên ku ew dûrî zarokên bajarê wî xistine…lê helbestvan her bi sirûdên dibistana re, sirûda Dayikê bi ba re li rûçikên wan dixîne.. û her tiliyek wî dibe heyvek, di dema nivîsa helbestên de wan li hev kom dike, da bi hêminî xilmaş bibe. Bi wêneyek helbestî dagirtî ji wateyan A. Mûsa ji dema girtina wî ji nivîsokê re, hasten xwe bi tiliyên xwe şirove dike:
Ji nav haw-haw ketî, dişemitin…
Ji esmanê lepê min,
Ji germa xwêdanê, xwêdana destekî werivî,
di evîna tiliyên bilyayî bi helbesteke şikestî re
ku xwe ber hev dike, xwe yek dike ..
da xwe diyarî sêngekê bike
û di bin çengekî de xilmaş bibe.
Her diyare ku babeta sereke ji helbestên vê pirtûkê re evîne, lê evîna çi û ne çi? Evîna yareke kevn ûyareke nuh û yarên ku hîna di wê di nava rêzên helbesta de çav li rê ye, evîna warê wî, evîna helbestên Ehmed Arif û tabloyên Seîd Rêzanî…û cizbûn û nifreta wî ji gotina (na) re. û her canê wî ji evînê zuha nabe:
herdû destên xwe
herdû destên xwe…
diyarî wê kirin
Di helbesta (malavahiya gulistaneke sax) de, A.Mûsa ew riyên dirêj di navbera şermola(Amûdê) û Bonnê de, teng û kin dike, me bi xwe re dibe nava berfa du welatên dûr, yek li rojhilat û yek li rojava, mîna helbestên Hayko yên Japonî di her pênc beşên dawîyê de helbestên xwe dugvêşe:
tu nêzîk dibî!
bi sibehê re dengê pepûk û qiralkaqn li sere gir
li vir di came de dibhîzim.
-5-
Tu nêzîk dibî!
ha tu li virî her gav…
ma êdî tu ji min bernadî…!
Her A.Mûsa qirika me jî zuha dike div ê bizava xwe de, ev bizava ku ji encama wan salên dûrûdûrêj ji bêdengiya wî bûn. Lê her her dimîne helbestên wî(Çengên te ez bi fire xistim), destpêkeke ji helbestvanekî kevnar re, ku diyar be helbestvanekî xwedî ezmûneke berfirehe û xwedî zimanekî helbestî resene.