Ristikek ji 52gulan pêkhatî Di stuyê tevgera kurdî li Sûriyê de!

  Rêberê Silîvî

 

   Bi hatina roja 14ê Hizêranê, 52 sal ji temenê tevgera me ya Kurd li Sûriyê kuta dibin û ew derbasî pêncî û sê saliya xwe dibe. Bêgomane ku demezirandina Partî Demokratî Kurdistan li ser destê hin kurdperwer, rewşenbîr û xemxurên gel û welat di wê roja bi nîşan ji sala 1957an de, ji ber gelek sedeman, gavake dîrokî, giring û Pîroz bûye. Gelê me yê Kurd li seranserî heremên xwe yên dîrokî, çi li Çiyayê Kurmênc, Kobanê yan jî li Cizîrê, rêxistina xwe ya nûhatî hembêz dike, di dil û çavên xwe de wê diparêze û hemî egerên jiyan û pêşveçûnê jê re amade û pêşkêş dike.

Gelê me yê Kurd li Sûriyê, bi comerdî, qehremanî û mêrxasî erkên xwe yên netewî Sûrî pêk tîne, ji bo azadî û rûmeta welatê xwe yê hevpişk qurbanên giran datîne. Bi serokatî û rêbertiya lehengê Kurd ê payebilind Yûsif El-ezme artêşa Sûriyê a bi rêk û pêk tê damezirandin, paşê, ew bi xwe, li hemberî artêşa Firensî ya dagîrker derdikeve qada şer û li devera Meselûnê jiyana xwe ji dest dide, kevir, deşt û newalên Meyselûnê bi xwîna wî û ya hevalbendên wî sor dibin, ji gelê Sûriyê bi tevayî re, dibine sembol û nîşana serfiraziyê. Herweha, li heremên xwe yên dîrokî, li kêleka birayê xwe yê Ereb, wî beşdariyeke bi hêz û berfireh di serhildan û şoreşên azadkirina welêt ji hêzên dagirker ên biyanî de kiriye. Herwisa wî beşdariyeke erênî ya berbiçav di avakirin û pêşvebirina welatê xwe Sûriyê di hemî warên jiyanê de kiriye.
 Lê mixabin, geşbûna ramanên tuxumperstî yên şoven li nik siyasetvanên Ereb û piştre jî serdestiya Parta Bas ku derheqa gelê me yê Kurd pilanên tunekirin û hilqetandinê ajotine, hebûna wî weke miletekî xweser ku hevparê vî welatî ye dane mendelê, ziman, folklor û toreya wî qedexe kirine û pirojeyên ne mirovane dijî wî pêk anîne.
    Tevî perçebûn û rewşa awarte ya tevgera me ya netewî, tevî tîrên jehrîn yên ji hawîr ve dibarin û di laşê wê de li ser hev dişkin, tevî gef, dek û dolabên xapînoker ên rijêmê, tevî ne baweriya me bi vê rewşa belavbûnê, bawerî û hêviya me li cî ye ku berê gel û tevgera me li pêş e. Bêgoman, tevî evqas rêl û kelem û dijwarî, bê dudilî ewê ber bi armancên gelê me ve here.
   Di vê bîranîna pîroz de, gurzek gul ji giyanê damezrêner û hîmdarên vê tevgerê re diyarî dikin û em nav di keç û lawên gelê xwe didin, bila ew bêhêvî nebin, û her berê wan li pêş û serê wan li jor be, ji ber ku bêhêvîtiya mirovan mirina wan e!!.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…