Li ser dosya sunetkirina Jinan

  Roza kurd

Çendak berê di malperên kurdî de ji aliyê EuroKurd Human Rights-HER de raporek ji sê beşan li ser sunetkirina keçan hate weşandin. Di wir de ji parlementoya Kurdistana azad re nameyek vekirî jî hate şandin. Di nameyê de hate gotin ku ”EuroKurd Human Rights li dijî sunetkirina keçan li Kurdistanê kampanyek daye destpêkirin. Kampanya me heta ku encamê bi dest bixîne dê bidome. Daxwaziya me ji Parlamentoya Kurdistanê û Hikumeta Herêmê ew e ku sunetkirina keçan bi rêya qanûnî qedexe bike. Rê li ber sunetkirinê bigire. Kesên sucdar bêne cezekirin û komîteyek çavdêr bê avakirin ku pirs ji holê rabe.”
Piştî vê raporê jî rêzdar Eziz Xemcivîn dosyak teybet li ser vê mijarê amade kiriye û ev rewş bi reng û mînakan li ber çavên me raxistiye. Min ew dosya xwend û tev ku min berê jî gelek caran li ser vê mijarê xwendiye û nivîsandiye, dîsa nûjen ve êşiyam. Ez wan mirovên ku dest avêtine vê mijarê û ji raya giştî re ji destpêkê û heta dîyar kirine hemiyan pîroz dikim. Di dosya Xemcivîn de pir zelal û vekirî ev wahşet bi wêne û mînakên dijwar hatiye dîyarkirin. Ev prosesa sunetkirinê çawa pêk tê, giş bi wêne û detay vegotîye.

Bê gûman pêvajoya giran ku kurd û Kurdistan tê re derbas bûye sedema sereke ku heta van salên dawî bahsa vê pirsgirêkê nebûye û bê çareserî maye. Lê tabû ya li ser cînsîyeta jinê jî bûye sedem ku heta nuha bahsa vê pirsgirêkê pir kêm bûye. Loma jî amadekirina vê dosya yê bixwe li gor min cesaretek e. Ez bawerim gelek mirovên ku vê dosya yê dixwînin û dibînin şaş û matmayî dimînin. Ji bo ku cînsîyeta jinê di nav Kurdan de weke ‘tabû’ ye wê gelek kes ji bo vê tarîf û rêdana bi detay bêtir şaş bibin. Lê bi nerîna min, eşkerebûna wiha ku bibe alîkarîya çareserîyê, ji sunetkirina bi dizî bêtir bi rûmet e.

Bê guman ev sunetkirin ne tiştekî nû ye. Li gorî em dixwînin û dibîhîsin jin vê yekê, bi cilêtan û di şertên ku ji bo tendurustîyê xerab e de pêk tînin. Dema behsa vê wahşetê dibe gelek pirs di serê mirovan de çê dibin. Dayikek ku ew bi xwe hatibe sunetkirin, herweha encamên xerab yên vê rewşê bi xwe dîtîbe, çawa dikare li keça xwe wiha bike?
Herweha bav bi xwe bi jineke weha “seqet” re zewicî be û ew bixwe bi encamên sunetkirinê re têkildar be. Wî bi xwe ku ev seqetî dîtibe çawa dikare destûrê bide ku qîza wî an jî keçên ji malbata wî seqet bikin? Ev herdû pirs bi serê xwe li bende bersivekê ne.

Hin mirov dibêjin sunetkirina keçan li hin civakan çand e û hin jî dibêjin ji bawerîyên olê tê. Lê hin zanîst jî dibêjin ne ji olê tê û ne jî ji çandê. Ez bi xwe ne bawerim ku ji çand ê an jî ji ol ê tê. Lê tê gotin ku di heman civakê de hin malbat vê yekê dikin û hin jî nakin û yên ku dikin jî bi dizî dikin. Heger ku ji ol ê an jî ji çand ê bihata, wê ew jî wek sunetkirina lawan eşkere bihata kirin. Ango ev bidizîbûn dîyar dike ku ne helwesteke çandî an jî ol î ye. Lewra nirxên olî û çandî kolektîfin û di civakê de ji bo her malbat û her mirovî/ê weke hev dimeşin.
Di çareserîya vê mijarê de bi taybetî gelek kar dikeve ser milên ronakbîrên Kurd. Divê, ew vê mijarê ji nîqaşê re vekin, nîqaşê li ser bikin herweha bala hikûmet û parlemena herêmê bikşînin ser mijarê da ku çareserîyekê jê re bibînin. Em hemî divê piştgiriya wan kesên ku vê mijarê tînin holê bikin. Her bi çi hawî be

Lê bi qasî ez dibînim, hin mirovên ‘ronakbîr’ bixwe, hîna jî, xwe ji hin tabûya xelas ne kirine. Bi taybetî di mijara cînsîyeta jinê de. Hîn şaş bikaranîna gotin û fikrên weke ‘namûsê’ xurt e. Mixabin ev jî gelek caran dibe sedem ku pirsgirêkên wiha ciddî di civakê de dimîne û bi tundî berdewam dike.

Ez hêvîdarim ev helwesta van mirovên ku dest avêtine vê mijarê û ji nîqaşê re vekirine jibo ronakbîrên din bibe weke mînak û roj bi roj ev kar û xebat bi hêztir bibe.

Link a dosya li ser sunetkirina jinan!
http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=5229

Roza Kurd
2009-06-15
rozakurd@hotmail.com


Jêder: rizgari.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…