Hevpeyvînek Li Gel Sernivîserê Rojnameya Azadiya Welat Tayip Temel

Hevpeyvîn: Imer Kalo
imerkalo@hotmail.com

   Bi bonya bîranîna damezirandina yekemîn rojnameya kurdî ” Kurdistan ” li Qahîrê û ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan – di 22-4-1898 an de, her weha ji bo vekirin û xurtkirina pêwendî û têkliyan di navbera alav û dezgehên ragihandina kurd de li seranserî Kurdistanê, em li Ameda paytext – kurdistana Turkiyê bûne mîvan, û me bi navê Rojnameya DENG ev hevpeyvîn bi sernivîserê Rojnameya Azadiya Welat – mamuste Tayip Temel – re li dar xist.
 Imer Kalo: Di destpêkê de em dixwazin ku win nasname û pêvajoya rojnameya Azadiya Welat ji destpêka weşana xwe de ta roja îroyîn ji xwendevanên DENG re bidin nasîn?.

Tayip Temel: Rojnameya Azadiya Welat li ser kevneşopiya Welat ku ji aliyê Apê Mûsa, Feqî Huseyîn Sagniç, Zubeyîr Aydar û gelek rewşenbîrên ve hatibû avakirin dest bi weşanê kir. Piştî ku Welat ji aliyê dewletê ve di sala 1994’an de hate girtin, Welatê Me bi qasî 6 mehan weşan kir û ew jî hate girtin. Ji sala 1994’an heta 2003’yan Azadiya Welat li ser heman kevneşopiyê weşana xwe domand.Piştre biryar da ku bê walat  û navenda xwe anî Amedê. Bi tevahî heta tebaxa 2006’an 554 hejmar bi awayekî heftane derketin. Azadiya Welat li hemû Kurdistanê rojnameya herî domdirêj e ya ku heta niha derketiye. Di nava 12 salan de ji sedî zêdetir doz lê hatin vekirin. Gelek dozên ku hatin e vekirin ji ber wêneyan hatin vekirin. Ji ber ku Tirkiyeyê di îdianameyan de Azadiya Welat wekî rojnameyeke bi zimanekî neyê fêmkirin weşanê dike bi nav dikir û nedixwest behsa kurdî bê kirin. Azadiya Welat di 15’ê Tebaxa 2006’an de gaveke din a yekemîn avêt û dest bi weşana xwe ya rojane kir. Lê ceza û doz bi dawî nebûn. Êdî dihate îdiakirin ku bi kurdî propagandaya PKK’ê dike û lewre jî di nava 3 mehan de nêzî 20 dozan lê hate vekirin. Herî dawiyê roja Newroza 2007’an 20 roj cezayê rawestandina weşanê jê re hate birîn.

Imer Kalo: Gelo sedemên ku dewleta Tirk rojnameya Azadiye Welat 20 roj cezakiribû çine, û ew ceza bi çi zagonê hate stendin?.

Tayip Temel: Li Tirkiyeyê qanûneke bi navê TMK di 2006’an de hate derxistin û ev zagon ji bo pêşîgirtina çalakiyên demokratîk, bêdengkirina çapemeniya azad û serbixwe hate derxistin. Di roja Newrozê de biryar hate dayîn ku 20 rojan Azadiya Welat girtî bimîne. Di hinceta biryarê de hate diyarkirin ku Azadiya Welat li gorî nêrîna PKK ê weşan dike û cih dide daxuyaniyên rêveberên payebilind ên PKK ê û daxuyanî û belavokên saziyên alîgir ên PKK ê.
Bêguman ev hemû hincet in û tu bingehên van îdiayan nîn in. Em weşaneke kurdî ne û lewre hemû pêşveçûnên siyaseta kurd û bi taybetî jî hemû daxuyaniyên siyasetvanên kurd ji bo me nûçe ne. Bi taybetî jî Tevgera Siyasî ya li Bakur jî siyaseta kurdên bakur diyar dike. Niha Tirkiye xwe amade dike ku êrîşên mezin pêk bîne û lewre jî beriya van êrîşan dixwaze hemû dezgehên ragihandin û çapemeniya kurd bêdeng bihêle. Rastiya meseleyê ev e. Sedema girtinê ew e ku em bi naveroka xwe ya weşanê dewletê aciz dikin.

Imer Kalo: Pîvanên pejirandina rojnamevan û editorên rojnameyê di Azadiya Welat de çine, ango pêwiste ku edîtor çi zanibe û karibe çi bike?.

Tayip Temel: Azadiya Welat hem ji bo xebatkarên xwe, hem jî ji bo editorên xwe û hem jî ji bo xwendevanên xwe yên ku ev 15 sal in wê dixwînin, dibistaneke ziman û agahdariyê ye. Mînak; ez bi xwe jî yek ji xwendevanên wê bûm di dima ku min zanîngeh dixwend de. Lewre pivana Azadiya Welat ew e ku kadroyên wê bi kurdî bikarin xizmetî rojnamegeriya kurdî û doza gelê kurd bikin. Bêguman pîvan û disiplîna me ya xebatê ya taybet heye. Lê ya esasî ew e ku bawerî bi zimanê kurdî û doza gelê kurd a azadiyê anîbe. Ji ber ku em têkoşîn û xebata bi zimanê kurdî tê kirin wekî têkoşîneke mezin a li hemberî helandin û înkarê tê dayîn, dinirxînin.
 
Imer Kalo: Xebata xwe ya rojane çawa tê birêvebirin, ji aliyê komkirina nivîs û nûçe û berheman û weşandina wan de?.

Tayip Temel: Xebata me ya nûçeyan wekî hemû rojnameyên xelkê tê meşandin û tiştekî kêmtir nîn e. Lê zehmetiyên me zêdetir in. Ji ber ku ajansên nûçeyan ên bi kurdî weşanê dikin pir kêm in. Lewre me bi xwe nûçegihanên taybet jî hene. Li Ewropa, Iraq, Îran û Sûriyeyê nûçe tên. Li çarperçeyên welat û Tirkiyeyê jî nûçegihanên me hene. Navenda me ya nûçeyan heye û hemû agahî li wir berhev dibin û piştre li rûpelan tên belavkirin.
 
Imer Kalo: Win çawa rojnameyê rojane belav dikin, û li kur tê belav kirin, û ew ji bilî bakurê Kurdistanê – Turkiyê li kur belav dibe?.

Tayip Temel: Rojnameya me li hemû bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê dihat belavkirin. Li ser şîrketên belavkirinê diçû her derê. Wekî din li her bajarê mezin buroyên me yên belavkirinê hene û ew rojnameyê bi destan belav dikin. Lê li ser zextên polîs û dewletê şîrketê di 20 adara 2007’an de peymana xwe xira kir û got ew êdî nikarin vê rojnameyê belav bikin. Lewre êdî rojname naçe rojnamefiroşên li Tirkiyeyê lê bi tenê diçe nûnergehên me û belavkarên me bi destan wê êdî belav dikin.

Imer Kalo: Gelo Azadiya Welat dixwaze çi ji miletê xwe re pêşkêşke, ango bi çi rolê radibe û dixwaze çi ji civata kurd re bike?.

Tayip Temel: Azadiya Welat yekemîn rojnameya bi kurdî li Tirkiyeyê derdikeve ye. Ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî li Tirkiyeyê tenê Welat derdikeve. Ev rojname ji bo parastina zimanê kurdî pir girîng e. Heta gelek saziyên kurd rojnameya Azadiya Welat wekî rûmeta gelê kurd dibînin û di her warî de li rojnameya Azadiya Welat xwedî derdikevin. Li aliyê din Azadiya Welat di çarçoveya yekitiya neteweyî ya gelê kurd de weşanê dike û dixwaze bibe dengê kurdên li çar perçeyên Kurdistanê.

Imer Kalo: Di warê aborî de, tenê rojname li ser abone û firotinê berdewam dike, an jî ji tu aliyên din de alîkariya wê dibe?.

Tayip Temel: Aboriya rojnameyê bi tenê ji firotina rojnameyê, piştgiriya gel û reklamên ku di rojnameyê de têne belavkirin, tê. Lewre ji aliyekî din alîkariyeke aborî nayê.

Imer Kalo: Win rojê çiqas hijmar çap dikin, û çiqwas tê firotin û çiqas li we vedigere?.

Tayip Temel: Em 14 hezar an jî 15 hezar rojnameyan çap dikin. Ji vanan nêzî 8 an jî 9 hezar tê firotin û yên mayî jî li me vedigerin. Carna tîraja me digihije 10 hezarî jî.

Imer Kalo: Astengiyên ku win li bakurê Kurdistanê di xebata xwe ya rojnamegirî de dibînin çine?.

Tayip Temel: Astengiya herî mezin ew e ku li Tirkiyeyê hê jî zimanê kurdî wekî zimanekî fermî û qanûnî nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî pirsgirêkên mezin ên zagonî carna di xebatê de derdikevin. Dîsa astengiyên dewletê ji xwe tên zanîn. Lê rojnamegeriya kurdî li welatekî wekî Tirkiyeyê pir zehmet e. Ji ber ku bi sed salan polîtîkayên helandinê li ser zimanê kurdî hatine meşandin. Kêmbûna xwendevanan, zehmetiya xwendina bi kurdî hin îşaretên girîng ên van polîtîkayan e.

Imer Kalo: Têkliyên we bi rojnamegeriya kurdî re li her çar perçeyên Kurdistanê hene an na, û win rojnamegeriya kurdî çawa dinirxînin?.

Tayip Temel: Çi li başûr û çi jî li perçeyên din ên Kurdistanê têkiliyên me bi gelek dezgehên çapemeniyê û rojnamegerên serbixwe re hene. Em her dixwazin têkilî zêdetir bibin. Di warê dan û standina nûçeyan de jî gelek caran em piştgiriya weşanên din dikin û piştgiriya wan jî werdigirin. Ev tiştek pir girîng e. Lê divê bê zanîn ku ev têkilî hê jî ne di asta ku feydeyekî mezin bidin rojnamegeriya kurdî de ne. Divê xurtir bibin.

Imer Kalo: Gellek spas ji bo we, û gotina we ya dawîn çiye?.
 
Tayip Temel: Ez jî spasiya rojnameya Deng dikim.

– Dawî –
  
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…