Bavê Azad Aşiq û evîndarê Kurdîtiyê

Berzo Mehmûd

Gelek mirov kar û xebatê di nav rêzên partiyên Kurdî de dikin, lê ne hemû dikarin kartêkirinekê li şûna xwe bihêlin, ne her kurdek dikarê xwe bidê kurdîtiyê, hin kes hene dikevin nav rêzên partiyan de jibo ku ji xwe re cihekî civakî têde bigirin, yan navekî bi xwe bixin, yan mirovekî berjewendiyên kesane wî tajon li ser xebatê. Lê hin kes hene ku tiştek tenê wan tehf didê têkoşînê ku ew jî kurdîtî ye,  kurdîtiya rast û drust, ya ji dil û can, bi hemî wateyên dilsoz û paqij û spehî, ne ya qizinc û şevbihêrkan.
Bavê Azad ew kes bû gelek rewuşt û sincên mirovane hildigirt, û ew mirov bû ku kurdayetî jêre hemî tişt bû. Bavê Azad aşiqê kurdîtiyê bû, û gelekan di riya vî kesî re hez kurdîtî dikir. Bavê Azad partîzan bû lê ticarî partîzanî jêre nedibû asteng ku pêwendiyên wî sînordar bikê, ji ber ku Kurdîtî her ew armanca wî ya pêşî û dawî bû, ku ew tajot bi ser hemî karên ku xizmeta vê armancê dikê. Lewre jî Bavê Azad ticarî di xebata xweya partîtî de mandû nebûye, ji ber ku ji dil û can hez karê xwe dikir, û xebata wî bêwestan û herdem nû dibû, ji ber hezkirina wî ya mezin ji kurdîtiyê re herdem nû dibû. Vê vejînê, vê hezkirinê evîna welat, evîna kurdîtiyê di dilê wî de mezin dibû.

Bavê Azad nimûneyek e ji kurdên dilsoz û dilçewat re, û her ew jî mûmek e di riya rizgariya miletê kurd re ku her kesê bi vî giyanî, bi van sinc û şêjin û dilpakîyan wê navê wî di dilê dîroka gelê xwe de werê nivîsîn û neqişkandin.
Sed silav û rêz ji giyanê wî re
Sed gul û çîçek û nêrgiz li ser gora wî be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…