Di dema guftûgoyê û çareserkirinên aşîtyane de

  Dimuqrati *

D i van rojan de vexwendinên berdewam zêde dibin ji bona çareserkirina dozên girêkî di herêma me de di riya guftûgoyê re,ji ber wê em dibînin ku ew aliyên ku berê li dijî hev bûn, îro ro berê xwe didin bi karanîna şêweyê diplomasî.ji loma her kes berê xwe Guhertin ber bi çareserkirina doza Filestînî di riya guftûgo û lihevhatinê, her wisa ew pirsgirêka di navbera Îran û welatên rojava de îro pêşinyar heye ku çareser bibe di riya hevdîtin û diplomasîyê re, û wisa jî sebaret bi pirsgirêkên mayî re.û tiştekî xwezayî ye ku doza kurdî jî bi vê pêşketina dîroka a erênî akam bibe, û jêre li çareserkirinin aştyane û di riya giftûgoyê re bête vekolandin.
 lewra ragihandinên berdewam ji aliyê Turkya ve û li ser astên bilind ji bona lêgerîneke çareserkirinê lihevhatî be bi van pêşketinên di herêmê de, û wisa li Îraqê jî hemû dozên zehmet berê wan dikeve riya guftûgoyê, çi di riya perleman re be yan di riya hêzên siyasî ên li wir û hemû teqez dikin û baweriya xwe bi li hevhatin û ravekirinê tînin ji bona çreserkirinên aştiyane.
Tiştekî balkêşe ku li cem me ev mesele ciyawaz be, ji ber ilem tengasî li pêşberî doza kurdî derdikevin, û biryar û ferman û bizavên nû di derheqeê kurd de derdikevin, tê bê ev mesele li cem me ji derveyî çarçewa pêşveçûna xwe a xwezayî û pozîtîv derdikevin, û ev tişt dibe bê behane di heyînê de.. tevî ku tevgera kurdî li Sûrya pêşeng bû û berî tevda, a ku doza çareserkirina dozên niştimanî dikir û di nav de doza kurdî bi şêweyên aştiyane û dîmoqratî, û pêşketin û rûdawên ku çêbûn teqezkirin li ser rastiya vê rêbazê, û tevgera kurdî karîbû li ser vê rêbazê dûm bike tevî giraniya siyaseta zordestiyê û ne wekheviyê di derheqê wî de, û tevger ber bizavên hineka de neçû ên ku duxwestin berê wê ber bi tundiyê ve vekin, tevgerê karîbû parastina civaka kurdî  di Sûryayê de bike ji tundiyê a ku di atmosfîra zordestî û mehrûmiyê ji mafan derdikeve.
Îro di demekê de ku doza kurdî piştî tecrubeyek dirêj li perçeyên din bi gufûgoyê û li hevhatinê çareser bibe,û ji ber ku em li Sûrya em xwe dibînin pêşeng di vî şêweyî de, ji ber wê, ji tevgera kurdî a siyasî di Sûrya de tê xwestin ku îro ro bêtir xwe bi wê siyaseta mijadî(mewdûî) bigrin, û dûrî tundîyê û kar bi siyasetên şaş nevêtin di bin çi behanê de be, û dûr bikevin ji siloganên pêwendî(atifî) ên ku dibe hinek bi kar bînin  ji bona tiştên xerab, mîna bangkirin bi yekîtiya tevgerê, a ku çênabe bêyî ku siyaseteke rast ava bibe ku di xizmeta miletê kurd û doza wî a dadwerî keve, û nabe a ku li vajî vê yekê rast be.  
 

* Hejmar 8  Dawiya Gulanaê  2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…