Xalis Msewer
Bêjeya (mayth) di zimanê Ewrupiyan de, nemaze, di yê Ingilîzîya û Firensya de, ji peyva Yûnanî (muthas), bi wateya çîrok hatiye, (Eflaton) feylesûfê Yûnanî cara yekemîn zarawa (muthologia) mîna efsane di nivîsadinên xwe de bikar aniye. Di zimanê Erebî de jî (istûre) ji peyva (setir) yanî rêz (xet) hatiye, di vê derbarê de, di (qur-ana) pîroz de jî, wuha hatiye gotin, *.(وقالوا أساطير الأولين….) )

Ango (qur-an) istûre (efsanê) mîna çîrokê dide nasîn. Lê milletên pêşî yê kevnar mîna (Someriyan) û ji bilî wan jî, cuda bûn nexistine navbera efsanê û beşên wêjeyê de, feylesûfê Elemanî *( Arnist Kasîrer) jî dibêjê: (Efsane bêyî cih, li ser têgeheke demikî (zeman) xwe avakiriye )* ango sînorê efsanê dest pêdike, di wê çaxa ku hêşyrabûna mirovanyê, ji ramana( fikra) xwedayî, bi bal dîroka xwe ve dizîvire.
Zanyarê entropiyolociya (Aşîlî Montagiyo) efsanê wuha dide nasîn û dibêje: ( Efsanên mirovan, kar û şopa xeyal li ser jiyaneke (xam) dide xuyakirin, û bi daxwaza guhertina vê jiyanê, bi alîkariya xeyalêkî, ku ji rmanan derbûyî, bi daxwaza ku mirov bikihêje, rave û şîrove kirinên, ku bêne pejirandin, û di (aqil) û sewdanê wî de jî, bêne meyandin û cih bigrin )*. Ramyarê Sûrî, Fîras-Al-Sewwah, ew jî (dewla) xwe di avê dadikê û dibêje: ( Efsane kurte çîrokeke karizmîye, wateyin kûr û dûr di naveroka wê de hene, û bi kosmobolît û heyîn û jiyana mirov ve girêdaye)*. Lê bêgûman mirov kare bêje, ku Fîras- Al Sewwah dewla wî qenca av negirtiye, û nîvê rastiyê daye xuyakirin, jiber ku ne hemû eftsane çirokin karizmîne, nimûne: Efsaneke kurdî heye dibêje: (Zemîn li ser quloçê kamasî hatiye rawestandin, û dema quloçê wî di qerrimê, wê davêje ser yê din, û jiber wilo jî zemîn hej çidibe ). Mîna vê efsanê jî, gelek di nav milletan de hene. Li vira gelo ka karîzma vê efsanê ji kû ve dertê? tu kesên karizmî tê de nînin, lîstikvanê sereke tê de, lawirekî bê hawe bihêze, û ne zêde. Jiber wilo mirov nikare serbest bêje: Ku hemû efsane çîrokin karizmîne!. Li vê gorê tê xuyakirin ku efsane çîrokeke di xeyala mirovan de şînhatiye, û berya olê hatîye heyînê, ango ol di malzaroka efsanê de hatiye efrandin, lê em karin bêjin ku cudabûn di navbera wê, û olê de eve : Ol karekî rojaneye mîna misilmanan dema ku rojê pênc caran nimêj dikin, û ji alyê dinve jî, her olek pêxemberê wî cuda heye. Lê efsane yan dîstan di rojekê ji rojên salê de, cejin û vîstîvalên wê têne li dar xistin, lîskvanên wê jî kesin (rûhanî) û nexuyanîne, yan jî ew qehreman û lehengin efsanîne, û danyarê wê jî nediyare, – mina efsana (Temûzê babilî) di welatê mîzopotamiya de – lê dibêjin: Ku efsane ji olê nayê veqetandin û jê cuda nabê, jiber ku pêwendiyeke diyalektîkî di navbera herduwan de heye, efsane baweryê bi olê xurt dikê, û bêyî olê jî, efsane bal bi kurte çîrokê ve diçê, Û ew jî dijî ramanên zanistîne, lê efsane herdem pêwendiyê xwe bi hinek rastyê re girêdi de, ew rastiya ku mirov demekê li ber wê bê mical dima, û nikarîbû, hebûn û bingeha wê xweşik naskiriba. Jibo wilo jî mirov, ji çaxekê dûr de, serî ji xeyalê xwe re berdida, û weke ku jê ve di hate xuyakirin, hebûna fînemînakên fîzîkî, civakî, û asîman, û gerdûn, û agirpij, û erdhej, û nexweşî…hwd. Di riya efsanê re, ji xelkê re rave û şîrove dikrin, ango di naveroka hemû efsanan de, simbolin rewiştî û raman û felsefa gelan hene, ev felsefe û riwişt û raman, bi nifşên mirovan re têne guheztin, nifşek dide destê yê din. Dawî efsane hêza milletan, kultûr, û nerîn, û ramanên, wan li dunyê û di cîhanê de diyar dike, û mirov kare di rûpelê wê de gelek, ramanên ku di mejyên milletan de, di hatin gerandin xweş nasbikê û bixwîne. Di çaxêkî de ku civakên milletan hê di destpêka pêvajoya jiyana xwede bûn, pirsên grîng û mezin di mejyê xelkên wan civakan de, di hatin geradin, lê dema bersiv ji pirsên xwe re ne didîtin, xwe davêtin berpala xeyala xwe, ya kûr û freh, li gorî wê xeyalê ji xwere fineminakên dunyê fizîkî û civakî, rave û şîrove dikirin, û çîroka afrandina vê cîhanê, û ya ol û jiyanê tanîn heyînê ta karibin tiştên fîzîkî û li heyînê, çi bican çi bêcan têxin bin kontrol û destlatdariya xwe de, ta – li gorî ramanên wan yê wê demê – (fêdakê) jê bikin, yan jî (şer) û kînên wan tiştan ji xwe bidûr xin. Her milletek dîstan û efsanên wî cuda hene, ku dibin parçekî mezin ji kulepûr (tûras) û kultûra wî, lê ev nayê wê wateyê ku millet û gelan, efsane ji hev nebirine û neguheztine, ta hinek ji efsanan bi xurtî li cîhanê belav bûne, û ketine warê kosmopolîtî de, bûne pê xwekirtinên piraniya gelên cîhanê, lê her milletekî kirasê kesatiya kelepûr û kultûra xwe lê kiriye û bi ser bejin û bala xwe de berdaye, li gorî mejyê kesan, û cihên jiyana wan, yên fîzîkî û civakî ew efsane hatine ristin û bidarvekirin, ji ber wilo, Haril . L . Şabîro dibêje: ( Efsane ew çîrokên mîna di rengê (tuqûsa) de têne bikar anîn, dezgehên civakê di nav de, xuya dikin, û hatinên pêşerojî, di rengekî diramî, û bi xwendineke pir xweş têne diyarkirin)*. Şabîro pêde diçê û dibêje : ( evna jî rengin teqlîdî û civakî ne, ku milletek nefsa xwe, û çi tiştên jêre girîng jî, di nav de dibîne……..û dîsa ew nîşandaneke, ku miletek nefsa xwe, pê nasdikê). Pirof””””îsor ( lowie) jî, efsaneke ji Hindokên (Kirew) ku li Amerîka dijîn duguhêze û dbêje: Ew hindiokê, ku dixwaze canê xwe ji gunehan paqij ( tethîr) bikê, diçê hildikişe ser serê çiyakî bê kes û bê kûs. Li wira rojî digire, û ne nan dixwe û ne avê vedixwe, û bi derketina rojê re, radibê berê xwe didê aliyê rojhilat, diraweste ta dema roj derdtê, wê çaxê tilya xwe ya navîkê datîne ser darekî, û serê wê jêdike û datîne ser çermê gamêşê, û berê xwe bi rojê ve dike, û bang lê dike û dibêje: (Ha…apo…ji yazdehde…., tû min dibînî, ku ez di rewşeke xirab de dijîm? vaye parçekî ji laşê xwe, ez ji tere pêşkêş dikim!. Ka tû jî li himber wê tiştekî bi (fêde) û havil bide min.), ango yê hindî di virada parçekî ji gewdê xwe pêşkêşî xwedakê rokê dike, ji bonî li himber wî tiştekî bidyê, ku fêda wê lê hebê, li vira jî em karin bêjin: Ku evna dikevê warê pêşkêş kirina (dehyê û qurbanên) mirovanî, ku gelan ji rojên kevnar de, ji xwedakan re pêşkêş dikirin, dîsa tê xuyakirin ku qurbana yê hidokî ji xwedê re pêşkêş kiribû parçekî piçûk ji gewdê mirov bû, bê gûman ev guhertina laş gişî bi piçek ji laş, ew jî piştî pêşketina ramanên mirovanî li cîhanê hatiye, di vê derbarê de zanyar ( Mûs) wuha dibêje: ( Tiştên hevbend – muşterek – di nav bera pêşkêş kirina qurbanan de, ew hewildanekbû, ku girêdanêke xurt di navbera karizmî û çepel ( denes) de bê afirandin), lê tiştê bala mirov li vira dikşîne ewe ku, nêzî ramanên vê efsana hindokî, li cem kurdan ta îro têne dîtin. Kurd ta vê demê jî, zarokê xwe (şîret) dikin, ku yek ji diranê wan yê şîr bikevê, di vêbe ew rahêjin diranê xwe, berê xwe bi rokê de vekin û vêre bêjin: ( rokê…rokê, jite re diranekî kerînî kanî yeke zêrînî), di virada tê bala mirov ku ew (adeta) pêşkêş kirina (qurbanên) mirovanî li bal kurdan jî bi xurtayî hebû. (Qurbanên) mirovanî bi vî rengî li cîhanê zehf dirêj kirine, ta ku bavê pêxemberan berhîm, ji bajarekî kurdistanê ku bi navê xwe (urfe) rabûye, li nêzî sala 1900 b.z, û cara yekemîn di cîhanê de, li ser destê wî (qurbanên) mirovanî bi yên heywanî hatine guhertin, ev tişt jî di çîroka wî de ya bi kurê wî ( Ismaîl) re çêbûye, di (Qur – ana) pîroz de hatiye ziman, di wê çaxa ku pêxemberê xwedê Berhîm kiriye, ku kurê xwe Ismaîl ji bo xwedakê xwe yê jorî serjêke, û (qur- an) di vê babetê de wuha dibêje : ( Me ew bi serjêkirineke girîng fîdakiriye). Dêmeke li vira mafê kurdan heye ku ( fexra) xwe bikin û bêjin : Ku cara yekemîne li cîhanê ramana vê guhertinê ji herêma me kurdan hatiye der.
Dîsanê mirovên herî kevnar – yên ku li berya zayînê bi hezarê salan dijîn – di efsanên xwe de, cuda bûn di navbera mirovan, û tiştên fîzîkî yên li hewîrdora xwe de ne di dîtin, her tiştê li ser ruwê qadê mîna, mirov, lawir, dar û devî, giha û şînahî, asîman û stêr….hwd, evna hemû mîna mirovan bi ruh û can didîtin, bi hev re di peyivin, dan û sitendin di navbera wade çêdibê, duxun û veduxun, kirîn û frotinê dikin….
Ji ber wilo di heyamê ( Igrîkên) berê de, çaxê kevirek li serê mirovekî biketa û pê bihata kuştin, dadigeha Yûnanî ku jêre ( brîtanwîm) dihate gotin, li wî kevirî ceze dibirî, ceza wî jî ew bû, ku wî kevirî bavêjin derveyî sînorê welêt. Li başûrê Afrîkiya mirovên ji êla (Bûşmin) yên paşmayî, bawerdikin ku balindê (teyrikê) (Nu – ama) mîna wan mirovan bi tîrkûkevanka diçê niçîrê, eynê van têgeyan li bal kurdan jî hene û pêyda dibin, di vê babetê de kurd di efsaneke xwe de dibêjin : Berê roj û heyv herdû hewiyên hevbûn, mêrê wan yek bû, heyv ji rokê bi runîtir û xweşiktir bû, jiber wilo rok jî herdem jê bi girr û kîn bû. Rojekê rok kete devê derî de, dît ku vaye heyvê çogên xwe dane erdê û vê ketiye hevîr dike, şewqûşmala wê avêt ser çavê rokê, û wê ber xwe nema dît, rok gellekî wê çaxê aciz bû, û hema destê xwe di teştê dakir rahişte leppek hevîr, û ku çelep li ser çavê heyvê xist giş kire hevîr, û ji wê çaxê de, roniya heyvê kêm bûye, û ta nuha jî telpên reş li ser çavê wê xuya dikin, bi vî hawî em karin bêjin: Ku ramanên efsanî yê mirovên kevnar jiyana mirovan û fînemînakên fîzîkî, rave û şîrove dikirin. Wuha jî efsane – weke me gotibû – ji ramanên sewdan û hişmendiyê (aqilî) dûrbûn, lê rola wan di jiyana mirovan de, gelekî buha û mezin bû, ji ber wilo em karin dîsa bêjin ku: Jiyan bi giştî di tevna efsanê de di hate ristin, û bi warê abûrî, û civakî, û olî….hwd, girêdayî bû.
…………………….

Jêder:
* Qur-ana pîroz, sûretê furqan
* Ernest Cassirer, The phylosophy of symblic forms, yale, New haven pp 104 – 105.
* Milyon salên yekem, ji temenê mirov . Montagyo p.213
* Dîn – Al Insan. Fîras – Al Sewah p. 55 – 59

* Insan û pêşketin û civak. wergêr Ebdil – Kerîm Mehfûd p 590