Sipasdarî

  Bi navê helbestvanê Kurd Emerê Lalê û birayên wî û mirovên wî em sipasiya berêz Ebd Elhemîd Derwêş dikin sikirtêrê giştî yê partî dîmuqratî pêşvero ya Kurd li sorî dikin di vê destpêşxeriya kirî ji bo li hev hatina herdo malbatên Kurd. bi rastî li hev hatinek dîrokîbî

Sipadiya herdo hevalên wî yên berêz dikin mamhosta Omer Cafer û mamosta Mihemmed Sibêh bavê Azad endamên komîta navîn ya partî dîmuqratî pêşveroyê Kurd li sûrî dikin bi vê bizav û alîkariya waya berdewam ji bo çareserkirina vê buyerê.
Û sipasîk taybet ji bo herdo serbazên ne diyar mam Selîmê Dêrşewî û mam Mihemedê Ehmedê Hacî Hesen li ser vê berevanî û berdewamiya wa ya ji bo çareserkirina vê arîşê ta gihandin vê encama pîroz û sipasîk taybet ji bo kak Norî û birayên wî yên berêz kak Beşîr –kak Yosif –Kak Ekrem –kak Serbest –kak Azad –kak Guhdar xudanên mejyên fireh û dilên mezin û li ser vê lêborîna waya dîrokî û pêşwaziya wa ya mêranî bi rastî xweşmêrin û helwistek mêranî sitandin di vê bûyera diltezên de.
Û sipasî ji bo hemî gundiyên me yên hêja ji mezin ta biçûk di vê alîkariya wa û pêşwaziya wa ji bo mêvana
Sipasî ji bo şêx Ednan Heqî û şêx Masom Dêrşewî û seydna Meta Rohem metranê Cezîrê û ferêt û Şêxên Şemera û hemî şex eşîr û kesayetî û maqûlên deverê
Û sipasîk ji bo hemî miletê me yên amadeboyîn ji ber ewjî weke me li benda vê roja pîrozbîn em hêvîne ev nimone bibê çavlêkirinek di nav miletê mede  û xudê neyartiyê ji nav me rakê û şûna wê evînî û şadî bê çandin 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…