
Azer Osî
Bi bayê jînê re,
li te digeriyam heval,
jînê jî, bi bayê te re,
xwe li bayê min digirt.
Di demsalên xwe de,
ber bi demsalên te dihat
Destên te, li ser milên min dibûn
û ji bêhna te,
bihara min xunav dida.
Xewnên min, mîna xewnên çavên te dibûn
û razên te li kenarên dil, dest têwerdana
tavên heyva min dikir.
Nizanim, lê tû dizane
bê li ku, tê bi cih bibe
û her sibeh, ji rojê re,
çi bêje.
Bi te, ne ez di şevan de, serberjêr dibim
û ne di rojan de, roj jî zora min dibin.
Cûdî bi te, bisamax dibû
Gabar , destên xwe hine dikir
Qendîl, çirayên wê ronî didan
û ji dîlana te Oremar ser hiş diçû.
Bêyî bêjim, dê we re
wê ji ser yar sawa gumanan bar bike
wê hezkirin, neyar di ser de bi kuje,
û tev Bekoyan ji diyar koçber bike
û kurdan bi Kurdistan şa bike.
Elmanya

Şîrove (0)