«Bergeh» behsa Kurdistana Suriyê dike

 

Di bernameya vê hefteyê ya programa “Bergeh” (AsoSat) behsa bûyerên dawî li Kurdistana Suriyê dike. Amadekar û pêşkêşvanê bernameyê Cemal Batun bi rojnamevan û berpirsê Malpera Amûdê Sîrwan H. Berko re li ser êrîşên li dijî Kurdan û sedemên wan, helwest û xebata partiyên kurdî, oposîtsyona erebî ya surî û babetên din guftûgo dikin. “Bergeh” roja yekşemê seet 18:30 (dema Ewropa, 19:30 dema Qamişlo) di kanala ezmanî ya AsoSatê de tê weşandin û di heman êvarê de seet 22:25 (23:25) tê dubarekirin. AsoSat weşana xwe ji
 AsoSat weşana xwe ji Stockholmê paytexta Swêdê dike, li ser Hotbird, 11604 Mhz, symbol 27500, FEC 5/6.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…