Nivîskarên Komara Çek Mêhvanên Kurdistanê ne

Li bîrewerîya 111yemîn salvegera roja Rojnamegerîya kurdî û li jêr drûşim û slogana (Wêje Wîjdana Mirovayetîyê), Yekêtîya Nivîskarên Kurd bi hevkarîya Wezareta Kultûrî a Herêma Kurdîstan-Başûr, bi amadebûna Wezîrê Kultûrî rêzdar Felekddîn Kakeyî û bi harîkarî û Têkliyên Serokê Yekêtîya Nivîskarên Kurd-Duhok rêzdar Hesen Silêvanî– Duhok û Nivîskar Necîb Balayî -Prag şandek Nivîskarên PEN a Çek ji bo vejiyandina vê bîrewerîyê û xûrtkirina Têkiliyên di navbera Niviskarên Kurd û Çek de li kurdistanê bin, bi amadebûna wan dê di Rojên 19 – 21 î meha Nîsanê de, li bajarê Duhokê rojên edebiyata Çekî û Kurdî hêne lidarxistin.
Ji layê Nivîskarên Çek ve ji bajarê Prag Serokê PEN a Çek rêzdar Jirji Dedeçek, rêzdar Jana Çervênkova Seroka komîta Nivîskarên di zîndanan de a PEN çek, Nivîskar û Profesûr Danniela Fişêrova, Helbestvan Kirjvanek Vladimir, Nivîskar Îvana Pêxaçkova û bi hevkarî û beşdarbûna Wergêrê Çekî – Kurdî hêja Reşîd Xelîl dê beşdarîyên v       ê çalakiyê bin.
Dîsan ji layê Nivîskarên Kurd kesên weke Rêzdar Felekeddîn Kakeyî Wezîrê Kultûrî yê herêma Kurdistanê, serokê Yekêtîya Nivîskarên Kurd rêzdar Hesen Silivaneyî û Dr. Fazil Umer, helbestvan Mûhsin Qûçan, Helbestvan Amîna Zikrî, Çîroknivîs Enwer.M.Tahir û gelek nivîskar û Helbestvanên din dê beşdarî vê çalakîyê bin, ev çalakî dê sê rojan berdewam bibe.
Program û bernamê Rojên wêjeya Kurdî-Çekî wehaye:

Roja pêşî : Yekşemb 19.04.09

Danê Sibê
-Seat 11:00 Rê û Resmên destpêkirina Çalakîyê
-Siroda Nîştîmanî  ya dewleta Çek û Herêma Kurdistanê
-Peyva Yekêtîya Nivîskarên Kurd-Duhok. Serokê wê birêz Hasan Silêvanî
-Peyva Wezîrê Roşenbîrî. Rêzdar Felekeddîn Kakeyî – Wezîrê kultûrî yê Herêmê.
-Peyva Serokê PEN a Çek. Rêzdar Jiri Dedeçek.
-Seat 12:00 – 12:30(Pênasek derheqî dîroka edebiyata Kurdî – Dr. Faizil Umer)
-Seat 12:30 – 13:00(Pênasek derheqî dîroka edebiyta Çekî  – Necîb Balayî)

Danê Êvarî
-Seat 5:30 – 6:00(Şanoya – Kêlika mezin – Danniela Fişerova)
-Seat 6:00 – 6:20(Kurteçîrok – Dizên Şevê – Enwer M.tahir)
-Seat 6:20 – 7:00(Efsaneya Vaclav vt û Evra Pîroz – Ivana pêxaçkova)
-Seat 7:00 – 715(Li ber derazînka cîhaneka dî – çîrok – Ismet M.Bedel)
-Seat 7:15 – 7:30( danûstandin û bi dawîhatina çalakiyên roja yekê).


Roja Dûyan – Dûşemb 20.04.09

-Seat 5:30 – 6:00 Nîşan .Kurte çîrok – Jirjî Dedeçek, Serokê PEN a Çek).
-Seat 6:00 – 6:30 Tu li çi û çi digerî -Kurte çîrok –Îsmail Hacanî
-Seat 6:30 – 7:00 Êvarîya helbest xwandinê, beşdar:
                    (Vladimir Krvanek-Muhsin Quçan-Amîna Zikrî-Beşîr Mizûrî)
-Seat 7:00 – 7:30 danûstandin li ser çalakîyên roja dûyan.

Roja Siyan Sêşemb : 21.04.09
-Seat 5:30 – 6:00(Rahênanên Xewasiyê– Jana Pêçaçkova)
-Seat 6:00 – 6:30(Êvaeriya helbestxwandinê-beşdar:
                    Nacî taha Berwarî-Şemal Akreyî-dayika Daliyayê-Necîb Balayî)
-Seat 6:30– 7:00(helsengandina Rojên edebiyata Çekî – Kurdî)
-Seat 7:00 – 7:30(belavkirina xelatan bi ser Şanda Çekî da)
-Seat 9:00 destpêkirina Ahemga Mûzîkê Kurdî – çîkî
                 (Konsêrt dê Hola rêvebriya Roşenbîrî be)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…