Rêxistina partî li Helebê û derçûna xuleyeke fêrbûna zimanê kurdî

Helebrêkeftî 12/4/2009. Di pêdeçûna zincîrên çalakiyên komîta fêrbûna zimanê kurdî ya partî demoqratî kurdî li sûriya ( partî ) û bi pişgirya nivîsgiha wê ya çandeyî ,  rêxista Helebê xule sêyemîn ya hokirina zimanê kurdî di destpêka meha avdara sala /2009/an de bi dawî anî .

hewceyî gotinê ku mamosteyê xulê berî ezmûnê bi şagirtan re çêbikê peyvek pêşkêş kir û got:

Di van kawdanên nazik û hestyar de ji gelê me tû xwestin hînî zimanê zikmakê bibe û vî zimanî ji gotinên biyanî bi parêze ji bo giyanê wan pêşewên rêziman nivîs di gora xwe de şad bibin,û piştî ezmûnê spasya derçûyan kir ,her wise serkeftin ji yên bi ser ne ketin re xwest .
ji bal xwe ve berpirsyarê zimanê kurdî di nivîsgiha çandeyî ya P.D.K.S(P) de

roja 12/4/2009 . de, ji bo dabeşkirina bawernamen li ser derçûyan amade bû.

Rêzdar bi vermî di nav komîta mamostên devera Helebê de got:

ez dû bare dikim, pêdivîye ku em hestê netewî li ba nifşê nuh bilind bikin,ji bo hokirina zimanê zikmakê ,û em gotinên ku wan kesên pospor mîna Mîr celadet Bedir xan û Dr.N.zaza, û rojhilat nasên zimanê kurdî, yên derbarî resenîya zmanê kurdî gotin jibîr ne kin, û em berdewam bin di kar û xebata xweya çandeyî ya rojane de.

çimku zimanê me nasname meye li Cîhanê,da em karibin bi zimanê xwe bi xwînin ,û bi xwendina bidin.

her dîsan li dawîyê berpirsyar hin pêşniyarên xwe pêşkêşî komta Mamosta yên rêxistin (p)li herma Helebê kir ,û xelata rêzgirtinê da Mamoste yê xuleyê û serkeftîyê yekemîn û diwemîn ji xuleyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…