Derwêşê Mele Silêman Kî bû ?

  Luqman Silêman
luqman_sileman@live.se

Derwêş, bavê Cengê, di sala  1934 an de li gundê Mûsa Gewra li bakûr û rojhilatî bajarê Tirbespiyê ji dayka xwe re bûye. Bavê wî melayê gund bû, ji ber vê yekê jî Derwêş zû dest bi xwendinê kir, li gundê Girkê Xelo çend sala xwend. Ji girkê Xelo Derwêş berê xwe da bajarê Qamişlo û li wir xwendina xwe berdewam kir ji ber ku malbata wî li gund bû ew li mala Emerê Zero dima li taxa Qidûrbeg.
Di sala pêncî û sisêya de bavê wî mala xwe anî bajarê Qamişlo. Bavê Derwêş mela bû lê bi ramanên xwe komonîst bû û carekî axê gundê Şebek diçê mala wî, dibînê va wêneyê Xalid Begdaş wê bi xaniyê wî ve daleqandiye axa li ber wêne sekinî û gote Mele Silêman tu melayê meyî û wêneyê viyê kafir te bi xaniyê xwe ve daleqandiye ma tu nizanê ku Xalid Begdaş kafire ma tu çawe wênê viyê kafir bi xaniyê xwe ve dikê ma wilo çê dibê!? Mele Silêman lê vegerand got: Evê tu di bêjê kafire, tu dizanê ku ew ji gelek Şêx û melayê me çêtire û ez wî bi sed Şêxî. Yek ji Axê û yek ji mele Silêman bi hev nekirin mele Silêman ji axê re got: ez nema melatiya we dikim. Mala xwe ji gund barkir anî bajarê Qamişlo di sala pêncî û sisêya de. Ka em binêrin di vê demê de Derwêş çi kar dikir…..
Derwêş û sê hevalê xwe di sala 1952 an de komelek bi navê civata yekîtiya xortên demuqrasên kurd damezrandin. Derwêş mirovekî viyana wî pir bilind bû, zilamekî mêrxas bû, xwe ji girtin û mirin û birçîbûn û bazdan û zindanê nedida alî û tu pakî ji wa nedikir û hestê wiyê netewayetî pir bilind bû. Vê yekê hişt ku Derwêşê mele Silêman dev ji hertiştî berdê û rajê barê miletê xwe. Derwêş li xwe meyzand wek bavê pirsa kurdî û şev û roj kirine yek. Derwêşê mele Silêman bi sedê xorta tevlî komelê kirin û komela wa roj bi roj ferebû û navê Derwêş pêre mezin bû û pêr pêre barê wî jî girandibû.
Derwêş navê Apo Osman û Dr. Nûredîn Zaza û Celal Talbanî di bihîzê û dizanê ew li Şamê ne û ew jî bi karekî wesa mijoldibin lê ew wa nas nakê. Derwêşê ciwan ji bavê xwere got: ku tu destûra min bidê ezê herim îsal li Şamê bixwînim, ev bû sê çar salên min ez sefê niha li vir di qedimînim û ez diseqitim! Mele Silêmanê kal destûra Derwêşê ciwan da û jêre got: Here li Şamê bixwîne tevlî ku ez dizanim tê ne ji bo xwendinê herê lê xwezî ez jî wek te xort bam!!. Derwêş rahişte kul derd û êş û janê miletê xwe û berê xwe da Şamê.
Derwêş giha Şamê çend roja ma. Hêdî hêdî pirsa li Dr. Nûredîn Zaza û apo Osman kir. Wê demê ne wek niha bû çûn û hatin li Şamê kêm bû ji lewma pir zor bû ta ku tu yekî li Şamê nasbikê.
Piştî çend miha Derwêş Dr. Nûrendîn Zaza û Osman Sebrî naskirin û tevlî civatê wa bû, bê ku çîroka xwe ji ware bêjê. Derwêş xwest ku ew demakî li wa guhdar bikê, ka ew çi dibêjin û di wê demê de jî Derwêşê Mele Silêman Mam Celal û Hemîdê Hecî Derwêş naskirin û baş li wa guhdar kir û naskir ku ew di xwazin rêxistinekî ji Kurdê Sûrî re çêkin? Derwêş nû li ser civata yekîtiya xortên demuqrasên kurd li bajarê Qamişlo axivî. Derwêş di got dema ku min ev babet ji ware got pir keyfa wa hat û ji min re gotin çawe vêqas demê te ji mere nedigot! Derwêş dibêjê min ji ware got! Min di xwest ez we baş nas bikim ta ku ez karibim ji were bêjim. Apo Osman dirabê eniya wî maçdikê û jêre dibêjê min yeqîn ne dikir xortek di temenê te de hewqas bi semaxbê û xwe girtîbê û karek wesa bikê!
Derwêşê mele Silêman tevlî wa bû û bi wa re xebitî ji bo damezrandina yekemîn partî di nav kurdê Sûrî de.
Piştî demakî Osman Sebrî ji Derwêş re dibêjê de veger Qamişlo û wa xorta bibîne û yekî ji wa bi xwe re bîne û emê filan rojê hevdû li mala Dr. Ehmed Nafiz bibînin. Derwêş tê Qamişlo û hevalê xwe dibînê û rewşa vegera xwe ji Şamê ji ware şîrovekê. Xort jî bi va nûça şadibin û ji Derwêş re dibêjin tu çibêjê wek te here. Soza wa tê Derwêş diçê ser soza xwe lê hîn wî ji apo Osman û Dr. Nûredîn re ne gotiye ez yek ji wa kesê ku ev komele damezrandine. Dema ku Derwêş bi tenê diçê ser soza xwe û apo Osman Sebrî û Dr. Nûredîn Zaza wî dibînin va ew bi tenê hatiye jê dipirsin Ka çima xortê komelê bi tere ne hatine!. Derwêş ji wa re di bêjê ezim xortê komelê! Apo Osman cardî eniya wî maç dikê….
Derwêş di got: di sala şêsta de dema ku rêjîmê dest bi girtinê kir û bi seda dihatin girtin û çi kesê ku darek yan zilehek lê didan wî hertişt ji asayêşre digot û ji ware imze dikir û ew diberdan. Derwêş di got evê yekê hişt ku berê partî bikevê herfandinê û roj bi roj baweriya milet bi partî kêm dibûn û milet xwe hin bi hin jêda paş. Di bêjê min ji qiyadêre namek şand û di namê de min ji ware got! Ez di bînim çend kes ji me evê ku em bazdayî herin xwe bidin destê asayêş û em berxwedanê di zindanê de bikim ta ku baweriya milet bi partî vegerê!! Di bêjê qiyadê ji min re gotin ev karê  dînaye! Ma çawe emê bêjin bila heval herin xwe bêxin destê asayêş de. Derwêş dibêjê min ji ware got: Ma hûn na bînin rojna pêncî heval tên girtin. Ew sibî têne girtin êvarî têne berdan û ji ware imze dikin? Qiyadê got: Ma çawe em nabînin. Derwêş dibêjê piştî sê miha qiyadê sozek ji min re danîn gotin bila werê ser vê sozê em di xwazin wî bibînin! Derwêş diçê ser soza xwe bi qiyadêre. Qiyade jêre dibêjin ma hîn tu li ser raya xweyî, ya ku te di got: gerek hin ji va hevalê bazdayî herin xwe bidin destê asayêş û ber xwedanê di zindanê de bikin ta ku behweriya milet bi partî vegerê! Derwêş dibêjê belê ez hîn li ser raya xwe me! Qiyade ji Derwêş re dibêjê tê herê? Derwêş dibêjê belê ezê herim û berê xwe didê wa hevalê ku di civatê de rûniştî ji bilî qiyadê ka kî jiwe wê bi min re werê? Lê ew heval dibêjin em nayên (ez dikarim navê wa havala jî bêjim lê ez bawerim dem di sere çûye ber bimînê). Derwêş dişînê ji bavê xwe re dibêjê hin cilê min ji min re bînin ezê herim zindanê bi mêranî. Birayê wiyê piçûk (bavê Kawa) cilê wî jêre dibê û Derwêş Hentûrekî ji xwe re kirê dikê wê çaxê tombêl li bejêr kêm bûn û berê xwe didê dezgihê asayêş li ber derî da dikevê ji yê harisre dibêjê here bêje ser bazê xwe va Derwêşê mele Silêman hatiye.
Dema ku Hukmet Mînî dibhîzê Derwêşê mele Silêman bi lingê xwe hatiye. Dibêjê bi lez wî derbaskin!. Derwêş diçê Hukmet Mînî. Hukmet Mînî jêre dibê ser çava hatî bê goman tu hatî bi mere kar bikê? Derwêş dibêjê na! min bihîst ev bû çend car hûn li min di pirsin ez hatime ka we çi di vê? Hukmet Mînî jê di pirsê ma tu partîy?. Derwêş dibêjê belê ez partî me! Hukmet Mînî jêre dibêjê ka tê çi Ji min re bêjê? Derwêş lê di vegerênê dibêjê ez ne hatime ji tere bêjim! Hukmet Mînî ji Derwêşre dibêjê Kurd li Sûrî nînin hûn ji Serxetê hatine em we xwedî dikin wek mêvan ica hûn doza welata dikin! Derwêş lê di vegerînê dibêjê em xwediyê vê axêne ji bav û kala de ev erdê meye hûn mêvanin û yê te bi xwe tu  ne Erebî meyzê ka bavê te kiye û seda sed wê bavê te yekê kurd bê çimkî Ereb pozê wa û lêvê wa  mezinin û çavê wa jî bi ser zereve diçin tiştekê te bi Erebare nîne!. Dema ku Derwêş vê gotinê ji Hukmet Mînî re dibêjê. Yê ku Hukmet Mînî dîtî ew dizanê Hukmet Mînî çawe bû. Li Derwêş dixê ta ku Derwêş ji hişê xwe diçê û xwîn di dev û pozê wî re tavêjê……….
Dema ku Derwêş di zindanê de bavê wî carekî xwarinê jêre dibê û diçê ber dergihê asayêş û ji ware dibêjê min xwarin ji kurê xwe re aniye. Yê li ber dergih ji mele Silêman re carek do dibêjê ji vir here lê mele Silêman naçê yê li ber dergih jêre dibêjê ji vir here nehlet li ola te bê! Mele Silêman lê ve digerînê û dibêjê ji te carekî ji min sed carî heger ku ne ji vê olê ba tê niha di zindanê deba û wê kurê min li ber dergihê zindana teba ji xwe vê olê ev aniye serê me!!.
Piştî sal û nîvê Derwêş ji zandanê tê berdan. piştî ku ew tê berdan  di vegerê nav refê hevalê xwe û bi vînek bilind tir û xort tir. Navê Derwêş bilind bû û Derwêş hate nas kirin ku xebatkarekî can fidaye û mêrxasekî bi semaxe. Piştî ku partî bû di parçe Çep û Rast çêbû Derwêş bi parçê rast re girt lê gelek cara çû cem Berzaniyê nemir ji bo ku herdû parçê partî li hev vegerînê. Cara dawî Derwêşê mele Silêman û çend hevalê dî navê wa evin Sadiq Necarî ji Efrînê Mihemed Emîn ji gundê Şebek û Hecî Mihemedê Kejê ji hêla roj avayî Qamişlo û Hesen ji gundê Um Hicêr çûn wê herin cem Berzaniyê nemir di gundê Quldûman re lê mixabin yê rêber ew xistin destê rêjîma Sedam de û ew birin zindana Qesir Nîhayê û yê ku di çû wê zindanê ew nema di vegera. Lê dema ku Berzaniyê nemir bihîst Derwêşê mele Silêman di zindana Qesir Nîhayê deye pir adiz bû û ji asayêş  şoreşêre  got: hûnê çend ser bazê rêjîmê bigrin ta ku ew Derwêş û havalê wî ber nedin hûn wa ser baza bernadin û rêjîma Sedam mecbûr bû Derwêş û hevalê wî dane Berzaniyê nemir û Berzaniyê nemir jî ser bazê wa dane wa. Bawer dikim yekê weka Derwêşê mele Silêman yê ku Berzaniyê nemir jibo wî ser bazê Êraqiya girtin ta ku ew ji zindanê da berdan newê ji bîr kirin. Ev bi kinayî ji dîroka Derwêşê mele Silêman… lê ez vê pirsê ji her kurdekî dikim!? Gelo çima em xebatkarê xwe şoreşgerê xwe hevalên rêya dirêj zû ji bîr dikin piştî zindan û bazdan û birçîbûn û lêdan û şepirze dibin em nema guhê xwe didine wa ma eve mafê şoreşger ma eve mafê xebatkara…..!? ma gelo rêxistinê miletê xelkê wesa ne ew jî xebatkar û şoreşgerê xwe zû ji bîr dikin û nema navê wa jî tînin ser zimanê xwe. Mixabin xebatkarekî weka Derwêşê mele Silêman li biyaniyê hate kuştin bi destê yekî Nazî li Elemaniya Fediral…
Ez bawerim bi diha ger ku ne bi seda bê xebatkar û şoreşgerê me hatine ji bîr kirin, ma ew kesê ku bi mala xwe bi canê xwe bi dihê sala di nav refê tevgerê de mayîn û birçî mayîn û hatîn girtin û lêdan xwarîn û zarokê wa şepirze bûyîn û dawiya dawî tevger wî, wî ji bîr dikê. Gelo ev ne zirare ji tevger û milet re ew zarokê wî malbata wî dûrî tevgerê nakevin. ………….!?    
  Ev wêne di sala 1962 an de li zindan Dêra Zorê hatiye girtin û ji sala 1970 – 1973 an de li celdê bajarê Zaxo dihate firotin  wêneyê şoreşgerekî bi nav û deng

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…