KONFERANSA FKKS DIGEL MAMOSTEYÊN KURD

  LI SER POLITIKA Û STRATEJIYEK HEVBEŞ BO PERWERDEYA ZIMANÊ ZÎKMAKÎ LI SWÊDÊ

Federasyona Komeleyên Kurdîstanê  di 19 yê  nîsanê de konferansek li ser polîtika û stratejiyek hevbeş bo perwerdeya zimanê zîkmakî  li Swêdê amade dike. Konferans ji bo her  mamosteyê kurd  û kesên ku bi vê pirsê re eleqeder in re vekiriye.  

Em dixwazin di vê konferansê de pêwistiyên bo politika û stratejiya hevbeş niqaş bikin. Pirsgirêkên   ku di warê  xwendina zimanê kurdî de hene bînin zimên. Pêşniyarên mamoste û beşdaran  li ser vê babetê  werbigrin.
Em hêvîdar in konferansa FKKS digel  mamosteyên kurd serkeftî be û bi encamên hevbeş dawî  were.
 
Hûn hemû bi xêr werin!
Li ser navê FKKS
Şermin Bozarslan
serminbozarslan@hotmail.com
Mobil:073-6556715
Dem: Roja yekşemê  19/4   2009
Cî: Duvbovagen  59 , Wext: 13.00-17.00 
(Bas 118 ji Hallonberg, Rissne, 119 ji Solna, ji Backlura an 118 ji  Vällingby û 118 û 119 ji Spangayê bo Mamrevägen)
Wext: 13.00 – 17.00
Têkilî: www.fkks.se &  federasyon@hotmail.com
PROGRAM
1.Vekirin
2. Di warê  perwerdeya zimanê zîkmakî  de ji hukûmet û dezgehên Swêdî  em çi daxwaz bikin? 
3. Pêşniyar û dîtîn li ser  politika û stratejiya hevbeş.
4.Hevkariya di nav mamosteyên kurd û FKKS yê de çawa berdewam be?
5.Agahdarî  li ser du projeyên FKKS ( Projeya Malbat,  projeya ciwanan  û agahdarî  li ser  beşa kurdî ya Folksamê).
6.Biryar  li ser daxûyaniya  konferansê.
7. Dawî

Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…