ÇÛKA BERBANGÊ


Xizan Şîlan
   

    Ji salên ku li ber pêlên çemên dîn û har têkçûyî demsaleke payîzê bû. Xemgîniya şeveke ji şevên bêxewiya xopan dil û kezeba min parçe parçe kiribûn bi xençereke devtûj. Di navbera çar dîwarên mîrata quncikên odeyê de, giyanê bedena min di bin barê keser û axînan de diperpitî. Li nav ramanên jankêş û bîranînên westiyayî nema xew ketibû qalpaxên roniya çavên min yên qerimî.
Min bi kûr kûr kişandina hilma cixara xwe re li balqonê, li rûyê asîmanê temaşe dikir bi awirên vik û vala, piştxûz mîna pîr û kala. Mij û dûmanekî reş xwe dagirtibû ser daran. Pelên şaxên daran ji tirsan bi xwe de ketibûn. Li ser şaxên darê çûkeke xerîb û bêkes venîştibû. Ji alikî de zikê asîmanê qelişti bû. Wekî ku hêrs û nefreta tofanên serdeman xwe li qirika ewrên bixof pêçabû, barana tirsê dibarî bi dijwarî û dixuşiya mîna maran. Lê çûka li ser şaxên daran, ji serman diricifî û can lê dilerizî, mîna keç û bûka kezî ku ji ber fediyan dibezî û xwe vedişart bi dizî. Bi dengê brûskek erjeng re ji nişka ve veciniqîm. Wekî ku di xweziya xwe de bifetisim sergêj û sermest li derdora bizdonekiya laşê giyanê xwe dizivirîm.
    Çûkê! Ez jî îro mîna te bêzar im, gula baxê dilê min çilmisandin, bêcîh û bêwar im. Ji min re dibêjin tu çavînî bûyî, ev nezer in! Nizanim çima zimanê min li hev digeriya û peyvên min bi ser hev de werdigeriya? Rondikên tirsa dil, êş û keser, bedbextî û tenetî, sewdaserî, xem û xeyal, axîn û nalîna xewa şevên wêran hevalcêwiyên min in. Ez şevger, tu şeveder.. Ez dilbikeder, tu derbeder.. Ez evîndar û dilbirîndar, tu stûxwar li ser dara spîndar.. Dengê qîjqîja te mîna dengê xweşhevpeyvîna dayikên bermalî. Li nav baxçe û çîçekên xemilî û ji kezebê kûr kûr dinalî. Te stranên xeribiyê yên dilbişewat bi awazên kul û kovanan  dilorand li çar alî. Te mîna dengê bilûrvanê keserkêş, tembûrvanê hesretkêş berê xwe dida çol û beyaran, wek derwêşê gerok diyar diyar digeriyayî. Ji awaza nalînên gewriya te kaniya hunerê diherikî nava derûniya giyanê helbestvan, wênevan û dengbêjan. Di êşa qêrîn û lorîna henasa te de kulîlkên gulîstana bihuşta lal û bêdeng ji nû ve bi rengên kesk û sor dixemilîn, dikemilîn û geş dibûn.

    Çûkê! Tu çima ji kûrahiya kerba dilê xwe dinalî û te dîsa wîçe wîçe? Wek feylezofê Alman Friedrich Nietzsche, min jî di ber xwe de niçe niçe, lê nizanim hişê min ku de diçe? Wekî ku ez porê serê xwe yê spî, ji ber êşa birîna kulan û evîna dilan li xwe birûçkînim, te jî bi qêrîn û hawara xwe bêdengiya serê sibê diçirand û refên hechecikan li xwe dicivand.
    Çûkê! Derdê te çi ye? Ma zikê çêlikên te birçî ye? Ma tu jî mîna min bêwelat î? Ma tu jî wek min li jiyana xwe sûvêhat î? Jiyana kolanên welatê xerîbiyê pir zor e. Yê ku nejî nankor e, yê ku nebîne çavkor e. Bêyî ku tu sînoran binasî, te li ser çiyayê Toros, Zagros, Cûdî û Qendîlê dîlana şadî û serbestiyê digerand li asîmanê û li meydanan. Tu bi dilekî şa û azad li taxa bajar û gundan, li havîn û zivistanan, li nav bax û bostanan, li nav daristan û goristanan, li ser pêlên derya û oqyanûsan,  di navbera Parzemînan de û li ser axa Cîhanê welat bi welat difiriyayî.
    Çûkê! Te jî mîna Bazê hêlîna xwe li asta herî bilind, li ser Zinaran di tenetiyê de avakiri bû ji qirş û qalşan. Ji min re bêje çûkê! Li quncikê sûkê, ma hêlîna te jî wêrane kiribûn mîna mala bûkê? Ez jî mîna te perşikestî û serşikestî me, dilşikestî û milşikestî me. Xêrnexwezan stûna pişta hestên min qelişandin û hêviyên pêşerojê di talana demê de şerpeze kirin.  
Ma kê coş û aramiya te di şewqa asoya berbangan de revandiye? Ma kê ronahiya çira hêlîna çêlikên te di xezeba xwe de tefandiye? Ma kê jiyana te li nav xwîna şerê demên rûreş herimandiye? Ma kê ev tîr û şûrê zengarî di sîngê te de daçikandiye? Ma kê gora te di lîtava dîroka genî de kola ye û laşê te li xiyaneta serdeman bi kefenekî reş pêça ye?
Ma kê…?
Ma kê…?
        

         Xizan Şîlan
         2009-02-14

         Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

 

Ez ê îro nivîskarekî elman, ku wek rewşbîrekî kartêker bû di dema xwe de, bi we bidim nasîn.

Li Swêdê xelat bi navê wî heye û du nivîskarên me ên hêja ew xelat wergirtin: 1. Shêrko Bêkes. 2. Selîm Berekat.

 

Kurt Tucholsky yek ji nivîskar, rojnamevan û peyamnêrên…

Tengezar Marînî

 

Hevoka “Hizirkirina azad di demên aloziyê de” behsa pêwîstiya bingehîn a tevgerîna hem afirîner û hem jî serbixwe di demên dijwar de dike. Nîşandana vê yekê bi pirsgirêkên taybetî yên ku kes û civak di demên nezelaliyê û guhertinê de pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî giring e….

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…

Mislim Şêx Hesen

 

Di demeke siyasî ya hestiyar de ku herêm tê re derbas dibe , û ligel zêdebûna pirsgirêkên herêmî û navneteweyî , Şanda Hevbeş a Kurd li Rojava hate avakirin û ragihandin ,û ev li ser bingeha encamên Konferansa Kurd, da ku daxwazên gelê kurd ku bi dehsalan têkoşînkirin ji…