Ntewparêzî (ibrahîm Guçlu) nimûne

Melevan Resûl

Li ber çavan ji layê deronî ve xuyaye di dinyayê de ku her tişt bi du ruyan û zêdetir hene , her weha ji layê teyorî ve jî ev pîvan heye , eve jî dibe delîvek baş ji bonî peydakirina riyên çareseriyê ji alozî û gengeşiyên di jiyana mirovan li rû didin , çi kesên vê rastiyê destek nekin yan pê nebawerbin ew xwe dixin nava şik û gomanan de.

Mirovahî ew qûnaxên hişk û ziwa , tund û tûjîtî heta bi radeyekî derbas kirin e , ango deriyên qeptkirî li ber bîr û baweriyê hatin e vekirin û her yek bi azad dikare ramanê xwe pêşniyar bike , bi taybet dergehên gilobalîzmê hinek derfet dan wan kesên bê deng yan dengketî , heta bi radeyekî qoşme û pêşbirkên renga reng di hemû mijaran de şopandin , miletê kurd yek ji wan miletên ku karî sûde ji vê teknîka serdem wergire.
Em dikarin werin ser teknîka enternet ê ka çiqas delîveyên baş ji mere afirandiye , ji wana malperên kurdî ne , lê ew jî bi pirranî di warê probagenda rêxistinên siyasî de tev digerin , hejmara mezin jî ji nivîskaran wê mîna bênvedana hiş û raman dibînin , her çendî ew malper ne kawirin û ne xwedanê lîsansa fermî ne jî , lê nema tu dikare siyasetmedar û rewşenbîran ji hev veqetîne , lewra bihna dilê xwe li hef fereh dikin hem di çepelkirina hev de û hem di singkirtina partiyên xwedan pirojeyên başqe başqe de , tu dibê qey ew bavkuştiyê hev in , Mîrzo bi Çeto ve maye , Rizo bi keçelo veye , xêro bi Dêro ve maye ………….. û her weha  eynî wekî dilê neyar dixwaze ew pî li hev dikin , berjewendê welat û netewa kurd nema tu kes pê ram dibe , tişta seyr ewe dema tu bixwazî yekî ji wan nivîskaran hişyar bikî û hêviya gotina xêrê jê bikî ku hew kurd bi serhatiyên bêhude ve mijûl bibin û bes bi bedena hev ve bimînin , bi doza ku miletê kurd bi hev heye , da ku atmosferek hevguncayî û lihevdayî pêk were , te hew dî bi barê devehan sixêf û dijûn li te barîn û bizava dehê salan pûç kirin û xwîna qurbanên azadîxwaz dijon kirin .
Zimanê tal û tirş hêviyê milet bertelef dike û bêbaweriyê bi navê kurdan ve di mejyê nifşan de diçîne , mirovên siyasetvan û rewşenbîr dive bibin xwedanê singek fereh û zimanek bedew da miletê xwe li dora xwe bicivînin bi mebesta nîşandana rêçanên rizgariyê , lê sed heyf û mixabin piraniya nivîskarên malpera qelemşorin û rola wan ne aktîfe , ji mirovên gundî jî gundîtirin .
Birayên min qey zora dagirkeran nebes bû da ku hûn jî xwe bikin serbarê doza vî miletê perîşan da her û her li ber lingan bimîne , mîna bizina stûyê xwe bi kêra şivan ve bixwerîne dikin , hey canê min heger dinya li ber çavên we reşe , çima hûn dinyayê li ber çavê miletekî reş dikin , reşbîniya we nakeve xizmeta netewa kurd de .
Min ne dixwest ez navê hinek kurdên ez ji lêvkirina navê wan fedî dikim diyar bikim , lê ew bersivên kirêt û nivîsandinên şûm di malperan de diweşînin , malper jî ji xwere nabêjin babo ev hûn pê li netewa kurd dikin , ev mijarên we sînorên sor derbas kirin e û em rê nadin tu kesî da ku ziman dirêjiyê li çi hêz û partiyên kurdî bike , ew cihê rûmetê ne , heger ew neban ma gelo qey we dikarî vê dozê hildin ser milê xwe , nemaze êrîşên çend mirovên di bin navê netewparêziyê de di nivîsin û êrîşî tevgera azadîxwaza bakurê kurdistanê dikin mîna (Qeharê Remko , Ebdula Osman , Ibrahîm goçlu , Fûad Sîpan û ……)
Heger sûde ji têkçûna tevgera bakurê kurdistanê de hebûya , ezê li pêşiya we biketam e serê rêzê û zimanê we bi kar aniba , qehremanî û rewşenbîrî ne di dijberiya bizava kurd e ye , lê divê qehreman di sengerên parastina netewî de xebatê bikin ne kû li têkçûna bizaveke bi xwîna hezarê xortên kurd avabûyî bigerin .
Ez dikarim nameya Ibrahîm guçlu ya ji bo min hinartî ji were eşkere bikim , lê ew gotinê pê nameya xwe ji sixêf , dijûn , kirêtî û serşûmî xemilandî hemî  ji qedr û qîmetê wî ne , ez xwe bi qas wî lê nakim , kurdîniya min destûr nade ez bersiva wî wekî wî bidim , bila dilê dijminê kurdan bi dijûnên wî xweş nebe .   
                29/3/2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…