Melevan ResûlLi ber çavan ji layê deronî ve xuyaye di dinyayê de ku her tişt bi du ruyan û zêdetir hene , her weha ji layê teyorî ve jî ev pîvan heye , eve jî dibe delîvek baş ji bonî peydakirina riyên çareseriyê ji alozî û gengeşiyên di jiyana mirovan li rû didin , çi kesên vê rastiyê destek nekin yan pê nebawerbin ew xwe dixin nava şik û gomanan de.
Zimanê tal û tirş hêviyê milet bertelef dike û bêbaweriyê bi navê kurdan ve di mejyê nifşan de diçîne , mirovên siyasetvan û rewşenbîr dive bibin xwedanê singek fereh û zimanek bedew da miletê xwe li dora xwe bicivînin bi mebesta nîşandana rêçanên rizgariyê , lê sed heyf û mixabin piraniya nivîskarên malpera qelemşorin û rola wan ne aktîfe , ji mirovên gundî jî gundîtirin .
Birayên min qey zora dagirkeran nebes bû da ku hûn jî xwe bikin serbarê doza vî miletê perîşan da her û her li ber lingan bimîne , mîna bizina stûyê xwe bi kêra şivan ve bixwerîne dikin , hey canê min heger dinya li ber çavên we reşe , çima hûn dinyayê li ber çavê miletekî reş dikin , reşbîniya we nakeve xizmeta netewa kurd de .
Min ne dixwest ez navê hinek kurdên ez ji lêvkirina navê wan fedî dikim diyar bikim , lê ew bersivên kirêt û nivîsandinên şûm di malperan de diweşînin , malper jî ji xwere nabêjin babo ev hûn pê li netewa kurd dikin , ev mijarên we sînorên sor derbas kirin e û em rê nadin tu kesî da ku ziman dirêjiyê li çi hêz û partiyên kurdî bike , ew cihê rûmetê ne , heger ew neban ma gelo qey we dikarî vê dozê hildin ser milê xwe , nemaze êrîşên çend mirovên di bin navê netewparêziyê de di nivîsin û êrîşî tevgera azadîxwaza bakurê kurdistanê dikin mîna (Qeharê Remko , Ebdula Osman , Ibrahîm goçlu , Fûad Sîpan û ……)
Heger sûde ji têkçûna tevgera bakurê kurdistanê de hebûya , ezê li pêşiya we biketam e serê rêzê û zimanê we bi kar aniba , qehremanî û rewşenbîrî ne di dijberiya bizava kurd e ye , lê divê qehreman di sengerên parastina netewî de xebatê bikin ne kû li têkçûna bizaveke bi xwîna hezarê xortên kurd avabûyî bigerin .
Ez dikarim nameya Ibrahîm guçlu ya ji bo min hinartî ji were eşkere bikim , lê ew gotinê pê nameya xwe ji sixêf , dijûn , kirêtî û serşûmî xemilandî hemî ji qedr û qîmetê wî ne , ez xwe bi qas wî lê nakim , kurdîniya min destûr nade ez bersiva wî wekî wî bidim , bila dilê dijminê kurdan bi dijûnên wî xweş nebe .
29/3/2009

Şîrove (0)