Li Xwe Geriyan Li Cihekê Bê eman

 

Hilbîn Muhemed Baqir

Dîsa peyama eşqê gehand tenahiya şevê de, kinarin dêmê pengiyayî li kêlîkên dumahiyê
Sawêrên xwe diherifandin.
Li wî demî tave heyva xeware bûyî li giyanê mirinê qest dikir û min xwe di kûrahiya
Singê te de hawîş dikir.Belê pêjna min nedihat,eha di wê kêlîkê de bayekê hênik
Xwe li baweşa min da,min zanî sîpela baranê pencera min diqutît û ez di nav xilwetgeha xwe,da ji zarokaniya xwe xerîb bûm,car li te digeriyam car li zarokaniya
Xwe digeriyam,heta barana hezê ez şil kirîm,hingê min zanî agir û pel min nasojînin.
Eşqa teye min disojînit û ez tirsiyam!Ji hîngê were dizanim terîqetên eşqa te her sê
Demsalên dî jî payîze û payîzê em fêrî rûsatiyê kirîn.Gumanên min di weriyana payîzeke zer,ji nû neşêm buharekê şîn bikim ve.
Raste xilwetgeha hindek cara mirovî dilewtînin yan di xerabatê de bê mar dikin
Hingê bi zindî hez bin ax dibin!
Û hêj tu dibêjî li gel êkda bimrin,ma tu bêjî mirin bi destê min û te bit?
Salehan sale tu fêr nebûyî pê kopalê min bilezî,li estgeha dumahîkê fêrî firînê dibeyî û te nedizanî çend ji firînê ditirsiyam,ji nû dibêjî bo kê digrî,bo kê dimrî?!Di bendemana
Kê de qibletnameye û nivêjê li kîş meylî dikeyî?
Bi wefadariyeka rasteqîne tu li ser hilnebûyî,car dibeyî agir bê ku min bisojî li hemû manêşta guriya xwe tehnê dideyî,car xwe dikeyî bûd te diperêsim,
Car erxetunekî ji nû saz dikim lew dinalim heta tîrojka rojê xilfa şevê dadqurçînit bo demek dahatî û ez wek gogê bi ezman perdeya ezmanê min şikest neşêm çi pêngava
Jiyanê ber pêş bihajûm.Dem radiwestît û tu radiwestî.Jiyan jî li hêviya gopîtka xweşiyê katan ji xwe didet,tenê eza  matmayî li xwe digeriyam kesê nedigote min tu ji kîve têyî?
 
Veguhastin ji tîpên erebî bo latînî Demhat Dêrikî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…