Mal yan Qefes


Seyid Feysel Muctevî

Malek mi divê ku bê qefes bit
Pir dar û gul û cihê nefes bit
Ma nabe bibit fireh mi tengî
Devra mi bira û xizm û kes bit
Ma nabe siba mi bête nêzî
Ev taritîya şevê mi bes bit
Mafê mi çima dibîte bin pê
Pişta mi hemêşe bin refes bit
Bê xarin û zad û bê tenahî
Çavê mi bi xencer û meqes bit
Ta bit bitenê kurê gel îro
Yek nabe bi du tucar nabit
Seyyid çibixaze gel bi komel
Ev dê xulekan de tîrires bit

Seyid Feysel Muctevî

Sine 2008-08-20
Helbest : Xezel
Vezn : Mefoûl û Mefailun Feoûlun
Behr : Hezec Musedes Exreb Meqbûz Mehzû

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…