ahenga partiya pêşverû ya Newrozê

Êvara newrozê miletê kurd li seranserê bajar û bajarokên kurdî li Sûriya  ahengên kêf û şahiyê li darxistin û Mûm li  kolan û li şeqam û li ser xaniyan vêxistin ..

Her weha roja newrozê jî serê sibêde xelk bi sedan hezar derketin dervî bajar û gundan û aheng û dîlan û reqs û govend li darxistin , û komên folkilorê reqs û dîlanên xwe pêşkêşî miletê xwe kirin , û li ber deng û awazên def û zirnê roja bi dawî anîn ..
Hêjayî gotinê ye ku desthilata sûrî gelek polis li derdorê ahengan kom kiribûn , û li tevî hen  astengî jî  , lê miletê kurd newroza xwe gelekî bi xweşî derbas kir û şahî û govendên xwe birin serî ..
Miletê kurd hersal vê cejna xwe ya netewî bikar tine , li hemi deverên xwe , û îsal jî tevgera siyasî kurdî li sûriya li gel miletê xwe derketin şahiya newrozê kirin : li Dêrikê , û koçeran , û aliyan , û terbespiyê , û qmişlo, û amûdê , û derbêsiyê , û serê kaniyê , û hesekê , û kobanê , û li efrên , herweha li bajarê reqa û heleb û şam û deverên din ..
Bi dehan komên folkilorî beşdarî van ahengan bûn ji wan : koma Newroz li qamişlo , koma helepça li nav koçeran , koma ronak li amûdê , koma rewşen li derbêsiyê , û sîpan li şamê ..
Herweha hinermend û hozanvanên kurd beşdarî van ahengan bûn , mina hunermend ronî cezrawî li hesekê ..
Netenê miletê kurd beşdarî van ahengan bûn , lê miletên din jî (Ereb û Aşûrî ) beşdarî  van ahengan bûn , mina nûnerê Daxwiyaniya Şam û serokatiya rêxistina aşûrî ku hatibûn li ahenga qamişlo li gel Mamoste Ebdul Hemîd Derwîş (sekretêrê partiya demoqrara pêşverû kurdî li sûriya ) bûbûn mêvan û tevlî van ahengan bûn ..

Dimoqrati.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…