Hestên dayikane


 Nûşîn Hemê

Ji bo dayikên her sê mihemedan
Hewildanek ji bo derbirêna wan hestên birîndar .

De lorî mihemedino lorî 

De lorî .
Lorî
 
Ezê landika mihemedên xwe bihejînim

Ezê dergoşe mihemedên xwe bihejînim

Di êvarên cejine de

Lorî mihemedo lorî
Ezê mûm û şemalikên mihemedên  xwe yên vêxiste

Di kulanên Tara xerbêde  geş bikim
Lorî mihemedo lorî

De lorî   lorî  kezeba min lorî

Ezê xeneyê ji mihemedê xwe re binemînim

Ezê dest û teliyên mihemedên xwe xina bikim

Di êvara  cejinê de.
 
De lorî lorî  dayik bi gorê lorî

Lorî mihemedo lorî
 
Ezê buxçika zavatiya mihemedên xwe bixemlînim
Bi rengên aleyê
Bi golên  kesk u sur u zer
De lorî mihemedo lorî
Delalê li ber dilê min lorî

U
Ezê di roja cejinê de 
mihemedên xwe bibim serşuye  li Mizgefta Qasimo

De lorî mihemedo lorî

Kesera li ser dilê  mino lori
 
Ezê bedilê zavatiye  mihemedên xwe li ber bikim
 
u ezê gazê dayikên
ferhadan  
hêsênan gêvaran
welîdan bikin
 dako em bilîlîni n
 
de  bilîlîn in
serê zavano mihemedino serê zavano

serê zavano

serê zavano

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…