Daxuyaniya Konferansa Berzanisme

Di 7.9.2006an de saet 10 ê sibehê li zankoya hikûmî ya  Moldo  beşa Politology konferansê Berzanisationism ; Berzanisme û Pirsa Kurd bi îdara Zankoya  hikûmî ya Moldo bi serokatiya Prof.Moraru û Prof,ê  Alîkar Heval Mîro , hate lidar xistin

Programê Konferansê :

1- Prof.Dr.Dekane Zanko yê ; Saca konferans pêşkêşkir û vekir .
2- Prof.Dr. Moraru gotareke zanistî li ser pirsa Kurd di çarçoveya Berzanisationismê ; Berzanîsmê ji bo mêvanên
konferansê diyar kir .
3- Prof.Dr.Arîkar Heval Mîro lêkolîneke zanistî-siyasî li ser teoriya zansitî ya Berzanisatîonismê ; Berzanism û Pirsa rizgariya neteweya  Kurd bi zimanê Ingilîzî pêşkêşî mêvanên konferansê kir û ji Zanko , Profesorên polîtîk , hikûmeta Moldo daxwaz kir ku ew piştgiriya Kurdistana federe bi serokatiya Berzanisationism û Berzanîsmê bikin .
Prof.Mîro ,her weha ,bi rengekî akadîmîk û demokratîk rastiya Pirsa Kurd bi serokatiya Berzanisationismê ya ku zêdêyî sedan sal e ku ji bo demokrasî , aşîtî , mirovahî û wekheviya gelan kar dike û teoriya zansitiya Berzanisationismê , Berzanîsmê rêya çareseriya hemû problemên netewî û navnetewî ya dema nuh ronî dike .
Şerê sîstematîk wek cênosayidê li dijî Berzanisationisma zanistî û demokratîk , di sala 1983””””””””””””””””an de , li devera Berzana mûqedes û pîroz (zêdeyî 8,000 Barzaniyan hatine qirkirin) , her weha qetilama (komkujiya ) bi navê Enfalan (zêdeyî 182,000 ) Kurd sîstematîkî bi destê rêjîma faşîsta Bexdayê hatine kuştin .

Di dawiyê de , Mîro diyar kir ku dem hatiye ku dinya bi giştî dengê xwe hilde û sizayê Sedam Husên û hevalbend û darûdestên wî bibire û hemû rengên arîkariyê bo Kurdistana azad bi serokatiya Berzanisationismê ; Berzanîsmê pêşkêş bikin .

Belê , mêvanên ku mûdaxeleyên giranbuha pêşkêşî Konferansê kirin ev bûn :

1- Birêz mamoste Selah Bedredîn ; Çavdêrê Giştî yê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî , serokê partiya Hevgirtin û nivîskarê yekemîn yê ku bi teorî li ser Berzansîsmê pir vekolînên teorî nirxbuha pêşkêşî raya giştî kiriye , bi
rengekî  zelal û pîtî pirsa Kurd û rola siyaseta Berzanismê , ya ku bûye bingeha aşîtî û demokratîbûna Rojhilata Navîn , kir .

Hêja kak Selah Bedredîn bi zimanekî zansitî û diplomasî rêbaz û perensîpên Berzanîsmê , ya ku rê nade şerê olî , navxweyî û teroristî , wê di riya aşîtî û yekbûna gelê Iraqeka federal û yekbûyî de berdewam bike û wê rê nede kompaniya nijadperestan , teroristan û dij-demokartiyê li devera Rojhilata Navîn . Mamoste Bedredîn diyar kir ku Kurdistan wê rê nede regezperestî û tundûtûjiyê û mafê hemû ol û kêmnetewe gerantî kiriye û cihê xwe û mafê xweyî neteweyî , demokratîk û mirovahî di çarçoveya Berzanîsmê de girtine .

2- Senetra Bilê li Berzan bi rêberiya hêja mamoste Faxir Elî Arif  bi raporek dîrokî û siyasî li ser şerê cenosaiyda gelê Berzana Pîroz û Kurdistana azad ji bo mêvanê konferansê diyar kir . Hêja mamoste Faxir Arif , bi rengekî dîrokî , siyasî û diplomasî hemû rengên zulm û zora faşîzma Beis li dijî Berzana Pîroz û gelê Kurdistanê di çarçoveya Berzanisationismê ji bo Konferansê  şîrove kir . Hêja Arif , daxwazî li raya giştî kir ku li hemberê Sedam dengê xwe bilind bikin û piştgiriya Kurdistana azad bi xurtî bikin .

3- Bi sedema problemek teknîkî hêja Kak Dilşad Berzanî mixabin ne karibû tevlî Konferansê bibe .

     Mêvanên Konferansê ev bûn :

Zêdeyî 100 xwendevanî tevlî konferansê bûn di heman demê de wezîrê karê derve birêz
Tabacaru , serokê Ewlekariya Neteweyî ya Moldo , arîkarê serokkomar Lubo , serokê Zanokya Azad ya navneteweyî Prof.Gelben jî tevlî Konferansê bûn û herweha civînek taybet li ser pirsa Kurd û Berzanisationîzmê ; Berzanîsm hate guftûgokirin . Wezîr diyar kir ku ew dostê gelê Kurd in , û welatên wan herdem bo Berzanisationism ; Berzanizmê û pirsa Kurd vekiriye . 
 Hêja wezîrê karê derve silav û rêzên taybet bo serokê Kurdistana Federal hêja kak Mesûd Mustfafa Muhemmed El-Berzanî , serokwezîr hêja Nêçîrvan Idrîs El-Berzanî pêşkêş kir û memnûniya xwe ji siyaseta Kurdistana federal anî ziman .

     Armancên Konferasê :

1- Belavkirina rastiya gelê Kurd û Kurdistan  ji bo raya giştî .

2- Kampaniya ji bo piştgiriya teorî û polîtîka Berzanisationîzmê ; Berzanîmê .

3- Berhevkirina raya giştî û navneteweyî li hemberê gefên rêjîmên koloniyalîst wek rêjîma îranî , Sûrî û Tirkî li hemberî Kurdistana Federal .

4- Piştgirî ji bo avakirina Zankoyek akadîmî di beşa politology ; Pêwendiyên Navneteweyî li dora Berzanisationîsm ; Berzanîsm bidin li ser hev .

     Girtin :

     Konferans saet 5ê êvarê serkeftî bidawî bû .  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…