Biharê biken!


  Bihrî Bênij

Biharê biken     gulên te    hatin
Va dar û çîmen bi şax û   kat in
Bilbil bi xwendin fir û  lebat in
Bihn û rengê geş dan û xelat  in

                   ***
Pîrozbê  li te krasê       Newrozî
Dil berbendî te   peyman û sozî
Şevnem  û  avî     peşk û  pîrozî
Rok û stêr û heyv pev re hilatin
                   ***
Biharê  bi ken   gulzar  û   gulşen
Kulîlk û pelan  hûnand  çi dîmen 
Xemla  bihiştê ser dêm û   gerden
Avdarê yar tev xweş dem û kat in
                   ***
Zeryên rû perî     bi birr û kerî
Xemla wan dikê bi ser ve herî
Evîndaran  lev   bi  seyrê  nerî
Ser vê rojê wan dilê xwe patin
                   ***
Biharê biken   kovan   hemû çûn
Şahiyê vegirt     ser can û  derûn
Xalîç û hem kon  çoxê te  didrûn
Riwên  zîwerî      çînçîn û  qat in
                   ***
Çerxên dîlanê hawîr  vebestin
Çavên dildaran jev ne şikestin
Hinek jê ro ne hin ro  perest in
Hinek nazdar in awir  şewat in
                  ***
Sazên xuristê  pev re  lê dixin
Hêviyên  mirî    ji nû  pêdixin
Dil   bi  evîna   milet   pêdixin
Yarên  dilovan  gel û  welat in
                 ***
Biharê  biken    ezman  zelal e
Hîne  bayê pak riwan    dimale
Kurdistan şeng e şox û  şepal e
Ji bo wê  em bi kar û  xebat in
                  ***
Biharê  bi ken    çiya   pişkivîn
Mêr û egîdên  kurdan lev civîn
Zemîn hejandin  bi simax û vîn
Dilêr û  pakin  ser  koh û  lat in
                  ***
Agirê   Newroz   dadane  li jor
Navin jîna  tal divin ew hingor
Divin ew ruhnî bê bi xwîna sor
Şikevtên bi şêr mal û malbat in
                  ***
Biharê  biken  ne bi  çekan bes
Miltê    Kurdî    dikujê      teres
Pênivîs û pel (Bihrî)   bi hewes
Wek ber û gulle  tev  kêferat in.

Qamişlo…8/3/1989

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…