Hijmara 20 an ya miha Ilonê ya (HAWARA Nû) kete ber destê xwêneran de

Li Hewlêrê , paytexta herêma Kurdistanê hijmara nû ji kovara Hawara Nû ya ku Kombenda Kawa bo çanda Kurdî wê mihane derdixe , kete ber destê xwênerên  xwe de .
Kovara Hawara Nû kovareke hizrî-ramyarî-çandî ye mihane li Hewlêra paytext derdiçe û li seranserê Kurdistana azad tête belavkirin . Hawar bi zimanê Erebî û herdû zaravayên Kurdî (Soranî û Kurmanciya Latînî) derdikeve.
Hijmara nû ya kovarê (20) , bi  gelek mijar û babetên cuda cuda hatiye xemilandin . Sergotara hijmarê derbarê ” Dadgehkirin û Tawanbarkirina Sedam yan zivrandina pûyetê bi peywendiyên Kurdî û Erebî”diaxive. Di beşe Erebî yê kovarê de em rastî van babet û navnîşanan tên : dosiya hijmarê (Lubnan dişewite : cenga Hizbullahê ne ji bo xêrê ye – Rojhilat Navîneka Nû , çima na ? – pirsgirêka serketin û têkçûnê di şerê Lubnanê de – Gelo encamên siyasî yên şerê Lubnanê çi bûn ? – Gelo Emîndarê Giştî realeta fermî ya
Erebî derdibirre ? ) , dosiye ji layê mamoste Selah Bedredîn ve hatiye nivîsandin .
Ramanvanê Sûrî yê opozisiyonê Burhan Xeliyon derbarê ” Têkçûna Diwemîn ya Colanê” de ,qise dike .Cirîs Hamis bi tundî dinvîse ku ” Selahedînê Eyûbî di gora wî de aciz nekin û şoreşên gelên serketî xirab nekin !” . Nivîskar Ferîd Heddad jî li dora şerê Lubnanê wisa dinvîse ” erka welatperwerên Lubnanê ya yekemîn têkbirina dijminan û avakirina dewletê ye “, û di dawiya vî beşî de du babetên giring derheqê pirsa Qubtiyan cihê xwe digirin .

Her weha , di beşe Kurdî -zaravê Soranî de deqên  korr û semînarên ku Kombenda Kawa wan her hefte lidar dixe bi firehî û tevavî hatine pêşkêşkirin tev li hindek gotar û nivîsên din mîna :   ” Piştî 60 salî , Partiya Demoqrata Kurdistanê berbi ku ? ” ya S. Bedredîn , ” Di vê serdemê de tenê demokrasî piştigiriya ayîn û neteweyan dike ” ya nivîskar û mêjûvanê kurd Ebdilxaliq Sersam , semînara birêz Ebdilxenî Elî Yehiya ” Koçberî berbi Herêma Kurdistanê ve ” , semînara birêz Zeman Ebdê ” Kurdistan li berdem şalawakanî Enfal de ” .

Beşê Latînî yê Hawarê jî çend babetên giring dihewîne û li pêşiya xwendevanên xwe yên birêz radixe . Ev in hindek mijar û navnîşanên vê jimarê : wergêr û nivîskarê Kurd Besam Mistefa herdû nivîsên xwe yên mihane û li ser xelekan berdewm dike ” Kurd di navbera terrora deweleta neteweyî û Islama siyasî de –xeleka 3″ û ” Pirtûkxana Kawa –ya ku vê carê pirtûka helbestvanê Kurd Hamid Bedirxan Komkujiya Helebçe dixe bin ronahiyê de ” . Nivîskar Aras Dîbo jî li dora helbestvanê Kurd yê bi nav û deng Goran gotarekê bi navê ” Goran Ebdellah-Helbestvanê Kurd û Kurdisatnê ” diweşîne .

Xwendevanên birêz dikarin kovara Hawara Nû li ser malpera wê ya eliktronî jî              
    bixwînin.www.hevgirtin.net .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şêrkoh Mihemed

Li wirî tu hey xarîbê nêzîk

Li wir, dirêjbuna destê Jiyana min

Sal û Dar û … Bûharî

Bîra bayê hêzdar ji Bakurê laşê min

Başkên ji min û te, Çih lime çaxê rojava

Tenkdikî ..

ger tû li wir be …. Ez hema

<p...

Ebdûlazîz Qasim

Di zimanê kurdî de, pênc çawig (rader) hene, ew jî (an, în, din, tin, ûn), lê di axaftina kurdî (zarê kurmancî) de şeş çawig têne dîtin, ku çawigê (rin) li wan zêde dibê, lê di (zarê Soranî) de, çawigê R li ser çawigê D tê hijmartin, mînak:

Kurmancî: Birin,…

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…