Avdar


Azer Osî

Avdar û kul
avdar û xem
avdar û raperîn
avdar û şehîd
avdar û buhar
dîsa tû tê, û em bêriya te dikin
meha lê mayîna xwe dikin
û buhara şev û rojên te dikin.
te ji me distend û te dida
û me xwe li kêleka te didît
û bê dudilî navê te,
li ser zimanan tev dima

 ………….
 tû tê,
mîna dilê min tû tê
mîna giyanê şehîdên meha xwe tû tê
mîna eşqa Nesrîna Mihemedê dil bi kul tû tê
û evîna Mem û zîna Cezîra dev li ken tû tê.
avdara min
wê ji bîr neçe yên Ezmanê te, tev toz kirin
û sitêrkên te gemar kirin
û zarokên rojê dil sar kirin
û hêviyên me li çar paytextan ser û binî hev kirin
û çemên te ji xwîna sê mihemedan sor kirin
û xwestin ala teyî rengîn,
bi reşgirêdana dayikên te pêşwaz bikin.
…………….
were
emê te
bi mûman rêzgar bikin
ji maçan roja te, serdest bikin
û li çiyan arê Newroza te dadin
û li deştan li ser destan te hilgirin
û  bi sitrana ( gula xwe nadim tû kesî, ez gula xwe nadim )
rêça te ronî bikin
û ji ava te hemû kulîlkan av bidin
û ji bayê te hemû neyaran kaş bikin.
……………..
ji bilî te wê kî van êşan vekolê
wê kî te, radestî kurdistan
bûka rojhilat bike.
………………..
tû me vexwendî nava tixûbên xwe dike
nava delavên xwe dike
wisa, bi me şêrîne navê te
li me halane heyva te
û em, yeke dengin  boyî te.
11.03. 2009

Hannover_ Elmanya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…