BÊHOŞKIRIN

MELEVAN RESÛL

Bêhoşkirin bi serê xwe babetek berferehe , mirov ji du aliyan ve dikare lê binere , yek jê bêhoşkirina mirov ji ta û ba dixe û bêhoşker bi rewşa xwe nagihe ji encama karîgeriya tevîbûna hinek madeyên bêhoşker mîna meyê , narkotîk û bancê , sewdanê mirov ji bîr û baweriyê nikare bixebite , mirov mîna saxekî mirî lê dibe , lê bêhoşkirin û di xewve birina din ewe ku jiyana mirovan dîse dixe nava tehlûkê , di baweriya min de du babet hene hişê mirovan tevlîhev dike , yan wî bê hoş dike û yan wî di xewve dibe , yek jê ole û ya dinê siyasete , ji ber ku ev herdu mijar serwinda ne û encam di wan de nediyare , ji lewra em dibînin dema dime çaxê mêjê yan xutba înê û yan heger em di şevek yarîkar de beşdar dibin û bi taybet heger mijar li ser siyasetê be , ji nişkî va bawişkên xewê bi beşdaran dikeve û temara xewê dikeve çavê wan de.
Di baweriya min de sedema vê rûdanê ewe ku mijara tê xwendin û axiftvan dikeve nava hûrikên wê de , hingî hişê mirov varî dibe û dikeve xeyalan de , ji ber ku serder nabe û rê ji sawîran re vedibe , ango mirov ber bi ayindê ve dibeze û ji xwere li cihekî di navê de digere mîn ku ji xwe bipirse :

   Di warê olî de , ka di roja heşr û cizadanê de wê min bi kude bibin û çansê min li ku keve ? dujehe yan behuşte ?.

   Di warî siyasî de dikeve mitalan , ka ezê çi qizincê û çi cihî ji xwere di xebata serkeftinê de bibînim dema doza siyasî bi ser bikeve ?

Ango navberî dikeve hest û nistê mirov de , ji mijarê dûr dikeve û bi baskên xwe fir dide , heger hêviya xwe di wê demê de dît , ewê di hişyariya xwede jî ji helwesta xwe venegere û li du xeyalên xwe bibeze , wê hewldanê bike da ku sawîra wî têk neçe , ji ber ku wê rûdanên bivek û metirsîn bikevin pêşiya wî dema ew têk here , hem ji axretê dibe û hem ji dinyayê dibe , vêca da ku di sermediya xwede bimîne yan ji binî bêhêvî dibe û yan gur û geş dibe û bi dilsozê jiyana xwe ji bonî pêkanîna armancan terxan dike .

Xaleke dinê balkêşe dema mijara simînervan bidawî tê , civat hemî ji sawîran û ji xewnan di hilçenê û ji nû hişê xwe ber bi mijara şevê ve dizîvirêne .

Mirovê axiftvan û simînervanê zîrek ewe yê ku karibe ji xwere mijara kirîtîk hilijêre nemaze babetên ku dibin sedema gomanan di nava civaka kurdewariyê de , belkî em ji hişê xwe nekevin û şêl û şêt nebin .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…