Ji bo Xelîlê Sasûnî

 Dildarê Aştî

Ji nîhadê xwe rû dikim peyalê
        ger dereng ket zanim tu barbiwêre
Çi hêjaye bi rêkim babetî te
        yan diyarkim te bi xwe ji peyvê re
Bûye çend roj li nav hizr û sawêran

        behreyê  dicivînim ji firê re
Li esmanê xewna te biniyazim
           di vê baskan li ba ke dil newêre
Bi tirse ji pesindana doza te
           hêviyan berbendî te lew didêre
Ji kûderê destpê bikim dilêmin
                    nerîna te li ramanê diçêre
Jiyan xeweşe dildarê wê tu bî  can
           yar çeleng û serfiraz bî tu pêre
mixabin bejna tenik çêja xweşik
              xinize êş, kezebê dixepêre
birûskê Nûçe gihand tîr bire  hiş
                  dil liyane dibezî pirsî xêre…!?
Bi giyanê dilovanî can sivik
         qehwe danî, pir şeng û dînemêre
 Devbiken rû feriştî  pêşwazîkir
        her hebin hûn piçikek penceşêre…!!
Bi viyana çiya geşbîn û pêdar
                 diçespîne kurê Sasûn dilêre
Dixwazî nav lê bikî pencerovî
                     evîndarî melava te bikêre
Henasên te diyarî tengezaran
                  di warê tendiristî de nû fêre
Viyana te kelha doza bilinde
                  bendewaran li nijarê dispêre
pelendare linav baxê evînê
                 li mûzîka dilê gulan guhdêre
Mirovî, çêj revendî, kanya zelal
             kengî peyv dipişkive çavnihêre
Evîndarê zimanê dê ji mêj ve
                     ji bil hemî hogiran dibijêre
Dinalî tu dikalî wek dilê min
                     rênasî tu hevalê qata jêre
Tu birçî û sêwiyan hişyar dikî
               ji hêsrên wan hozanê dihinêre
Perwerî tu hevalê pêşmergayî
                 li ber bayê azadiyê xemdêre
 Binirx û her bihaye rastiya min
             bi kurmancî dihûnim ku tu şêre
Tu perwerê helbesta kêşe sazî
             ji loma peyv ritma min diguhêre
Çendî paye, pirs û wêne der herin
                   nikare dil hêsira xwe veşêre
Ha va hest û hêviyan  vedijînim
                  ji te pêve bavê perwîz ji kêre…??
        10/2/2009.z
*  *  *

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...