Min nûçake xweş û nexweş li ser birêz bervedêrê hêja Xelîlê Sasûnî dît

Erê roja îro min di malpera Welatê me de,weyneyê  birêz bervedêrê hêja Xelîlê Sasûnî dît û min li ser nexweşiya wî xwend,ez gelekî bi wê nexweşiya wî dilnexweş bûm herwiha ez xweşî û tenduristiya wî ji xweda dixwazim. Lê belê çaxa ku min dît ku ji nexweşiya xwe baş bûye,û riwê wî jî di weyneyê wî de geş e, ez bi wê yekê jî gelek dilxweş bûm.
Ji ber vê yekê jî min ev gurza gulên geş  ji te û mabata te re rêkirin, herwekî tu kes ji gelê kurd naxwazin ku mirovên weke malbata we, mala Elyê Ûnis qewmê çiyan ku zû bizû ji Kurdistanê û ji cihane barbikin, û dîsa ez xweşî û tenduristiya te û malbata te ji Xweda Mezin dixwazim,herwiha silav û rêzên min û malbata min ji temamê malbata  te re hene,paşî silav û rêz.

Ezzedîn Zaxuranî, 3. 2. 2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…