Nameyên ji Evînê re (2)

Demhat  Dêrikî

Evîn,min ji te hezkir û birîna min kûr bû…birîn kûûûr kûr dibe…li welatê

Min,erêê li welatê min yê ku tu nasdike,bê sînor û pirs û pirsiyar li ser canê
Min mêza mirinê kêlî bi kêlî vedaye û bi noş bi ser hestên min de dike piyala
Jehra dûrîkirinê Evîn.
Kul û jan jî li hespan siwar bûne û şûrê qutkirina nêzîkbûnê li ser deşta min
Dibezînin.Dilê min di nava tofanê de ye Evîn!bager û aşûtên berfê bi ser min
De tên,dilê min dibin,dixwazin diyarî warê serdestiya tariyê bikin.Dilê min gulê
Di aşê dûriyê de tê hêrandin!

Tu dizanê Evîn?Niha li mezela xwe rûniştîme û pişta min li dîwarê ku bûyî şahidê
Demjanên mine.Ji derve baran dibare û li hundir barana serpêhatiyên me ji
Çavên min dibarin.Dixwazim dilê xwe di sirûşta gundê me de,di dilê te yê
Wek şîrê dayika xwe sipî de biparêzim.Lê derew!artêşa zilamên durû!dizên

Bê ked bi sirûda evîna te êrîşî min dikin û bi navê te sond dixwin ku tu ya

Wayî.Wê demê ez hawara xwe digihînim xeyal,hêvî û peyvên te yê ji welatê
Kulilikan.

Aaax Evîn;li van deveran,li van dûrîyan û dûrî te,jiyan sêleke sore ji êgir
Jiyan kiraseke ji sitiriyan li bejina min,jiyan bê te gulê di devê gurên mijhez de ye.

Baran dibare û ez li hundir li wan dilopan temeşe dikim û çavên min di nava

Wan de diçe,diçe xwe digihînê rojên baranên gundê me,rojên ez û te dibûn mêhvanên
Dilopên jînê û em di bin van dilopan de li pey azadiya xewnên xwe dibezîn.

Çend xweşbûn ew roj evîn?û îro ez di nava birînên xwe de li ser wan

Rojxweşan digirîm,digirîm,digirîm…
demhatderiki@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…