Seydayê şînê û evînê

 

Dilyar Dêrikî

Seydayê şînê û evînê,bihara hemû bêbiharan,
nalîn dil , birusk hiş.
Û xema xweşik di zûhaya hestên  dema kurdunde de

Şeydayê dilberê ,
Ez çawa mirinê tewan bikim,
Ez çawa jiyanê pîroz bikim
Ez çawa  xewnan bê sînor bikim,
û hefsarên  dem bi  dara bajaran ve
Girê bidim

De ku  li ber gotinên te
ji  zengelora bavê  Felek, hîn  kûrtir
bin di  giyan xwe ,te kûrtir bikim

Ji peyvê re dergûşa giryanê   amade bikim
Û reşa te li biyanî rojên xwe girêdim
Û xwe fêrî mirina şahsiwaran dikim,
Xwe fêrî mirina  nazdar pênûsa  t dikim
Û  di dîroka   bêbuhariya te de
Bi hêlîna helbestan  te bihar dikim

Welat  bibêharê te xatiran ji te  dixwazê
Welat hemû biharan 
Di yadê bêbuhar xwe û yê me
Bi bihar bike
Giryana  welate , di oxira bêbuhar de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…