Derwêş Xalib û hevalê wî Zekî Xelîl serbest hatin berdan

Îro roja yekşemê 25/01/2009 an, demjimêr 12 nîvro rewşenbîr û zimanzanê Kurd birêz Derwêşê Xalibê Derwêş û hevalê wî birêz Zekî Ismail Xelîl serbest hatin berdan. Birek ji rewşenbîr û welatparêzên kurd pêşwaziya wan li ber dergehê dadgeha leşkerî a bajarê Qamişlo kirin.

Li gor biryara dadgehê, ewê piştî demeke din li hemberî dedgeha leşkerî a Helebê bêne darizandin.
Hêjayî gotinê ye ku birek ji parêzerên Kurd bervedêrî  di ber girtiyên zimanê kurdî de bi comerdî kirin.

Konê Reş

Qamişlo 25/01/2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…