Azadî ji Çalakvan û Xebatkarên Zimanê Krdî re!

   Beyaniya roja Sêşembê 13.01.2009an, dezgeha ewlekariya rêzaniyê(siyasiyê) li bajarê Qamişlê dest daniye ser rewşenbîr û zimanzanê Kurd Derwêş ê Xalibê Derwêş(1945), ew ji mala wî biriye, paşê ew guhestiye bajarê Hesîça û ta niha rewş û çarenûsa wî ne diyar e.

    Herweha, roja Şemiyê 17.01.2009an, birêz Fewazê Kano (1960), û birêz Zekî Ismaîlê Xelîl (1977) ji bal wê dezgeha ewlekariyê ve hatine girtin.
   Sûc û gunehê van hersê nivîskar û rewşenbîrên me yên Kurd ew e ku ew guhdanê li zimanê dayika xwe dikin, pê dixwînin û dinivîsin, wî didine xwendin û fêrkirin û mîna evîndarên ziman û toreya Kurdî di civakê de hatine naskirin.
   Ma gelo guhdana li ziman û toreya Kurdî gunehkarî û tewan e?. Ma gelo ziman, tore û zargotina gelê Kurd ne parçeyek ji tore û folklora netewiya welatê me Sûriyê ye?!!.Ma gelo parastin û geşkirina ziman û zargotina Kurdî ji çanda mirovatî û ya navnetewî re ne zengînî û dewlemendiye?!!.
   Bi navê Komîta Kovarên Kurdî li Sûriyê, em dengê xwe bilind dikin û dibêjin:
 Azadî û serbestî ji çalakvan û xebatkarên zimanê Kurdî re..!
Azadî ji hemî girtiyên nerîn û derbirînê re..!
Komîta Kovarên Kurdî Li Sûriyê

19.01.2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…