Nameyên ji Evînê re (1)

Demhat  Dêrikî

Evîn!Li dûrî te û tu li vir,di nava vê dûrîyê de nejibîrkirineke ji serpêhatiyên
welatê kulilikan.Tu li wir û ez li vir,hemû rê û bajarên hişê min ber bi te ve
dimeşin û sirûda navê te bilind bilind dibêjin;em ji te hez dikin Evîn.
Li van dûrîyan Evîn,şev bê te derbas nabin,her şevek navê xewnekêye,her
Xewnek navê te ye û di her xewnekê de hemû çemên laşê te ber bi min ve
Diherikin,min dibin ji xwe re dibin û çemên laşê min jî çemên te radimûsin
Dibin yek û deşta welatê kulilikan dewlemendtir dikin,geştir dikin ji kulilikên
Zayînê.

Li vê dûrîyê Evîna ji evînê,wan peyvên te yê li ser kaniya gundê me ku ji
Nava lêvên te yê sorgulî derdiketin û dibûn tebata êşên min û ez di nava
Xwe de hildigirtim,dixwînim dixwînim û rondikên çavên min ji hesreta
Nimêja ji wan peyvan re min dadiqurtînin,dicûn û dixwin!

Tê bîra te dema serê min li ser kemaxê te û destên te di nava pora min de
Digeriyan û rûpelên evîna me dixwendin û te digot;dema ez têm vir,li ber
Vê kaniyê wê demê ez xwe di avê de,di daran de, di giyê de,di bêhna nanê tenûrê
De ku her êvar li li seranser gundê me digerê dibînim.Ma ev tinê;ez xwe di van gir û kendalên gundê min de,di awaza bilûra şevanê gund de dibînim û te parêzvanê wan
Dibînim.

Wê demê ez radibûm,tu jî dibûyî hevala vê rabûnê,destê me dirêjî destê hev dibûn
Serê te dikete ser milê min û bêhna te ya sirûştî derbasî nava min dibû
Ez derbasî nava te dibûm û min rojên li xwekirina kirasê sipî dijimaratin.

Erê dergûşa nalînên min li vê dûrîyê,bê te jiyana min birîndare,birîna min li vê
Dûrîyê xwe dikolê dikolê kûr kûr xwe digihînê gundê me.
demhatderiki@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…