Qelen kelemek bêçare ye

Narîn Omer

Qelen ne tiştek nû ye, di serdema ku em têde dijîn, lê ew ji kevin de hatiye xuyakirin,û bi xwe di pênasîna xwe ya bi mistadîyên ( Dilalat bi erebî) corecor cihek bilind û mezin dide jinê ,û rêz û hurmetek taybet didiyê, lê belê di borîna çax û deman de ji wateyên xwe yên rêzdar dûrket û xwe li nakokiyên bê ser û ber qulipand ta ew bû kelemek bêçar di riya nişimandin û şûkirina kur û keçan de.

Qelen .
Qelen di warê ziman de bendikek pîroz e û pêwendiyek pîroz di nav bera jin û mêr de avadike, bi navê şûkirin û di aliyê yasayî de( yasaya sûrî bi taybet) tişta kû mêr dide jina xwe wek xelatek pêwîst û denek stûbarî. dema girêdanek rast û  gelen dide nasîn û dibîje kû ew:
( şopek ji şopên şûkirinê ye, lê ew ne bingehek ji bingehên wê ye, û ne mercek ji mercên rastî û dirustîya wê ye û bendika şûkirinê çêdibe eger qelen bête nasîn, yan jî neyê nasîn da neyê fêmkirin kû qelen buhayê jinê ye.
Li vir pirsek giring xwe eşkere dike:
Gelo ma qelen jinê naxe di bazara kirîn û firotinê?. û jinê nake wek hemî tiştên malê û wek pertala tête kirîn û firotin ji aliyê malbata wê ve û malbata destgirtiyê wê ve?!
Mada 51/ ji yasa rewşên kesayetî ya sûryayê diêje:
( Gerek qelenê jinê bête birîn û bibe behra wê, kêlîka ku girêdana rast çêdibe, eger girêdan bête nasîn yan neyê nasîn yan jî nefî bibe).
Qelen di civaka me de bûye wek pirek asê di riya gelek keç û kurên me de, nemaze di vê dema aloz de, ku buhabûn bûye wek şûrek tûj li ser serê kesan, nemaze yên feqîr û jar, ta gelek êş û janên civakî peyda dikin ji wan numadeyan ( numadeya Qîrebûn e) ( ango inûsê bi erebî)
Li gor lêkolîna min ya berdewam div ê numadê de gelek keç û lawan ji min re erêkirin kû qelen sedema herî giring û mezin e di peydakirina vê nomadyê de.
Bi rastî eger em sedemên qelen bigerin emê bibînin ew pir in û nayên hijmartin, û bêtar û şopên wê yên nebaş jî pir in, lê em ê liser hinek van şopan  rawestin, wek:
Wek me diyar kirû, peydabûna numada qîrebûnê(””””inûsê).
Koçberî û mişextî, çimkî gelek xort berê xwe didin bajarên mezin da qelenê xwe bidin hevdu û gelek ji wan li wir dimînin, û keçên wan dixwazin ji ber ku ew qelenê buha naxwazin yan jî qelenê paşmayî tenê dixwazin çiqas mezin u pir be, yan jî berê xwe didin welatê biyaniyê bi wan pereyên ku gerek bibe qelenê destgirtiyên wan çimkî ew li pêşeroja xwe meyze dikin û pê difikirin û dibêjin:
“Emê çi bikin piştî xwestin û guhistin çêbibe û şahiya şêraniyê u zemawendê derbas bibe?!”
Lewra ew dibînin ku ya baş ew, e koçber bibin, bi wan pereyên wan veşartî ji qelenê xwe re.
Bêtara sisyan ya ku ji aloziya qelen derdikeve ew e, ku bêtarên bê dawî di navbera jin û mêr de peyda. dibin di mehê pêşîn de ji şûkirina wan,  ji ber ku gelek malbatên feqîr hene pera deyn dikin heta qelen didin hevdu û erkê zemawendê pêktînin û piştî demek kurt hemî zêr û cihazê bûkê jê vedikin, da ew deynê xwe li ser milê xwe hilînin, û  gelek ji van bûkan ne razîbûna xwe didin xuyanî û piştre çîrok mezin dibe û bêtarên zor û nebaş diafirîne.
Nexwe, divê em çareyên bi lez ji van bêtarên bêhêvî re peyda bikin û çareyên li ber çavên me ne û gelek raman û agahî ji me naxwazin, ji van çareyan:
Yek :Em liser bêtara qelen rawestin ji hemî aliyan ve, û li ser şopên wê yên neçê ( selbî) û nebaş bisekinin yên ku êş û janên dijwar ji civakê re û ji keç û lawan re tînin.
Dudo : Divê her kes ji me di rûyê vê bêtarê de bisekinê û gotin û karê xwe bi hevdu ve girê bide, ji ber ku dema her yek ji me ji malbata xwe destpê bike  u bêtarê fêr bike wê çareseriyek rast bide civakê bi tevayî, çimkî civak wek ku dibêjin berhema kes û malbata ye.

Sisê: Gerek her malbat qelen ji xort bixwaze li gor rewşa wî ya abûrî û diravî, û barê wî giran neke ,û tişta herî girnig, kû ew keç u lawên xwe fêrî prînsîpên baş û rast bikin, da ew bikarin hemî temtêlên şaş û ne rast derbas bikin û bizanin ku şûkirin hevpişkiyeke( şerake bi erebî) giyanî u pîroz e, gereg jin û mêr bi hev re alîkar bin di hemî aliyên jiyanê de, da ew bingehkî rast û levhatî ji civakê re û ji nifşên nû re ava bikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…