stêrek geş ji esmanê welatê me rijiya

Melevan Resûl

Em di şeva tarî de zirz û wenda dibin , awirên li şefaqa bi ronî req rawestayî ne , hê li pey rêka kadizan gavên xwe bi tirs û bivek tavêjin , di korîtiyê di terpiline û hêviya bi tihna stêra sibehê ve girê didin , her yek ji me exterek ji xwere helbijartiye , lê mixabin hê di bûkaniya xwe de roniya dêmê omîdewer diçilmisin û bardikin .

Heger ronahiya stêra seydayê barkirî , xwedê jê razî : M Nezîr Mustefa li koça dawî bûye mêvan , lê hêviya xwe bi miletê gerdenazad û heval û hogirên xwe ve hêla ye . seyda çû lê milet wê her li dû şopa doza xwe bimîne .
Ew dayika karî M Nezîrekî bi welidîne hê malzaroka wê cane û dikare giyanê vejînê berde ser pûteyekî kevirî û navê rêberekî lê bike .
Bila serê miletê kurd bi koça sekreterê wî bilind bimîne .

25/12/2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…