Agehdarî û lêbûrîn ji Koçika qamişlo

Koçika qamişlo ya çandeyî ahenga xwe ya ku hatibû amedekirin bo lidarxistinê di roja 25 / 12 / 2008 de bo salvegera diwemîn ya damezirandina wê ku dikeve 22 e  12a , lidarnaxe bi sedema koçkirina tekoşer û partîzanê navdar mamosta : MIHEMED NEZîR MISTEFA, yê ku nêzikî deh salan ji temenê xwe di ber kêşa gelê kurd li sûriyê di zindanê de bûrandiye , û serkêşiya partî di kawdanin nexweş de kiriye .
Em ji her kesê ku bi çi corê arikarî bi mere kirin ((abûrî, amedebûna şevan, vekirina malên xwe ji koçikê û mêvanên wê re ,….)) bo pêkanin û serketina  şevên me yên rewşenbirî , li dirêjiya salekê lebûrinê dixwazin , û sipasiya wan tevan dikin , û em behînama xwe pêşkêşî xêzan û heval û hogirên xwedejerazî dikin , daxwaza aram û hedarê ji wan re , û bohiştê ji xwedejerazî re dikin .

Qamişlo 22 / 12 / 2008
Koçika qamişlo ya çandeyi
k.qamislo@gmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Di nêrîna min de baştir e ku em helbestvan bi kurtî di çend rêzikan de bidin nasîn:H.M. Hebeş di sala 1970 de li gundê Şiyê,gundê helbestvanê nemir Hamid Bedirxan li navçeya Efrînê, Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.Ew jî mînanî pir hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber zor û setemên rêjîma dewleta…

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…