Sola arebî

 Dildar ismail

Sola arebo çi dijwar bû.
Wek devehê bi bar bû.
Sola genî xwedî bê warkir
Solê çikir solê çi nekir
Xwelî li serê malikî kir
Montezir zêdî bû can fîdayê solê
Bû meymûnê nav gemara golê
Bû nîşana  azadiya  araba
Arebên bê hêvî û bê bawerî

Solê çikir ………………………?
Solê xwelî li serê xwediyê xwe kir
Çîroka solê dîroka arebî zengînkir
Rûpelek ji dîrokê xemgîn kir
Welatparêziya zêdî li kû winda bû
Dema behsiya li bexdayê palda bû
Wê demê lotikên araba nexwiya bûn
Erê dunyayê hêvî ji te nayê…
Ji bona solekê bi hezara deng hatin jor
Bi hezara xwedî lê hatin der
Li helepçe pênc hezar bi destê areba hatin kuştin
Wilqa deng lê  nehatin der …?.
Ji bihna sola genî li sûriyê parçe dibin partî
Ji bona pirsa kurdî ne deng û ne ceng
Pir dibin serokên bê şerim û bê fedî
Bi hezara kurd koçber dibin
Amzedibin biryar jar dibin bê wardibin
Kes na pirsê heya kengî
Tenê sol û çîrokên genî
Tenê jimar û navên bê çare……..???????
19.12.2008


dildarismail@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…