Kurd jî bûn qurbaniyên cenga Libnanê

Cankurd
08.08.2006

Di cenga Libnanê de, ya ku bêtir ji 26 rojane gelê Libnan û Israîlê di nav agirê xwe de disoje, para Kurdan jî di nav şehîd û kuştiyên wê de ne biçûk e. 24 karkirên ji herêma Kurdaxê, ya ku li rojavayê Kurdistanê ye, di lêdanek balafirên Israîlê de li Libnanê hatin şehîdkirin.

Erê, di vê cenga har de, ku têkiliya Kurdan pê tune ye, dîsa jî para me ji kuştin û sotinê, ji hêsir û keseran ne kêm e. Ev jî diyar dike, ku gelê Kurd, wekî neteweyekê ji neteweyên Rojhilata Navîn, bi hemî bûyerên vê herêmê hiker dibe, lew re em dikarin bibêjin, ku çi guhartin li Rojhilata Navîn çêbibe, wê bi xwe re guhartinê bo gelê Kurd jî bîne.
Li ser vê yekê jî mera dikare bibêje, ku „Projeya Rojhilata Navîn a Mezin” ne dûr e bi xwe re “Projeya Kurdistana Mezin” bi xwe re bîne.
Di dema niha de, du projeyên Rojhilata Navîna Mezin hene, yek amerîkî ye û yek Iranî ye. Projeya amerîkî, li gor pêzanîna hinek hişmendên Kurd, wê bi xwe re pirsa dewletek kurdî ya serbixwe bîne zimên, lê di ya Iranî de ciyê du gelan nine: Gelê Kurd û gelê Israîlî. Eve jî rastiyek diyar e, nabe Kurd ji ber çavên xwe winda bikin. Israîlê bo vê yekê Iran niha ji xwe re wek neyarê jimar (1) daye nasîn, hema Kurd, mixabin, hîn ne li ser yek biryarê ne.
Welîd Canpolat ê libnanî, ku di koka xwe de Kurd e, dibêje ku Iran niha projeya xwe bi rakêtan û bi kefteleftek mezin bi cih tîne. Ev jî raste, û li hember wê projeya amerîkî di civla xwînî ya Iraqê de bi rê ve maye.
Li ser mijara Iran û cenga Libnanê min berê bi Erebî nivisandiye, Ez naxwazim li vir jî wan baweriyên xwe dubare bikim. Ezê niha tenê li ser kuştina Kurdan li Libnanê rawestim.
Bêguman herêma “Çiyayê Kurmênc”, ku wan şehîd jêne, û bi navê “Kurdax” jî tê nasîn, herêmek bi xêr û ber e, bi zeytûn û rezan, bi baxçe û zeviyên berhemdar navdar e. Mixabin! Piraniya wan xêr û beran ji aliyê karbidestên dewletê ve tên talankirin. Bi rêya rişwet û destgermkirina bi pere û tenekeyên zeyta zeytûnan, û bi gelek şêweyên dayînên bo fermandariya deselatdar, mal û dêrîna Kurdan tar û mar dibe, para mezin jê dikeve destên neyaran.
Roj bi roj hejarî û belengaziya Kurdan hêza destên wan erzan dike û koçkirina wan ji niştê wan heban û asan dike, ewan bo nanê zarokên xwe bi destxînin, ber bi bajêrên mezin, wek Heleb, Şam û Beyrûtê, ber bi derve ve malên xwe bar dikin, koç dikin. Erebên maldar ên bi piştvaniya dewletê tên herêma kurdî, cî û warên Kurdan distînin, dar û baxçe û zevî û hêrên zeytûnên wan dikirrin. Herêma ku 100% kurdî bû, êdî gelek biyanî di nav de belav dibin û bi piştvaniya dewletê hêzdar dibin, roj bi roj zora Kurdan dibin, û deselatdariya herêmî bi destê xwe ve tînin. Armanca erebkirina Kurdaxê bi cih tê.
Tevgera neteweyî ya kurdî li rojavayê Kurdistanê, di sira “temaşvan” de ye, wê sirê jî baş nalîze. Mixabin! Ew nikane rêberiya gel bike û ji ser hev diçe. Projeya en*****ena neteweyî ya li derveyî welêt, ku ji aliyê hinek kesên serbixwe û hinek partiyên biçûk ve hatibû li darxistin, tevgerê li erdê xist, bi egera, ku ewê en*****enekê di zikê sê mehan de li hinder welêt bi xwe ava bike. Niha sê meh di ser wê bûyerê re derbas bûn û tevger hîn bêtir ji ser hev dişe, li hev nake û hêriş di nav basikên wê de gurrtir dibe.
 
Di rewşek wilowêran de, êdî dilê mirov her daxwazekê sar dibe.


شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…