BEHÎNAME

Hevdîtina wezareta derveya Swêdê û şanda kurdî jibo Fermana 49 li Sûriyê

Stockholm 2008-12-18
Jibo riswakirina pilanên nijadperest ên rêjîma Sûriyê lidijî Rojavayê Kurdistanê û rakirina fermana 49, roja 18-12-2008 an, şandeke hevbeşa Komîteya Hevkarî, Federasyon û Însiyatîv serî li wezareta derve ya Swêdê da.
Şanda kurd naverok, armanc û encamên ekonomî, civakî, dîmografî û çandî yên fermanê şirovekir û dozkir  ko, Swêd û Yekîtiya Ewropa li berpirsyariya xwe derkevin, bêyî naskirina hebûna netewî ya kurd û çepsandina mafên meruvan, peymana şirîkatiyê bi Sûriyê re imze nekin. Herwiha rexne li sistayî û xemsariya Ewropa û Swêdê û kêmasiyên rporên wan derbarî pirsa kurd û mafên meruvan de li Sûriyê kir.
Berpirsyara beşê Sûriyê li wezaretê xanim Kristine Erlandsson nerazîbûna xwe lihember çewisandina kurd li Sûriyê diyar kir û zanîna xwe ya derbarê rewşa kurd û fermana 49 nîşanda, amaje bi çalakiyên kurdan li hundir û derveyê Sûriyê, rapor û pêwendî yên balyozxaneya Swêdê bi kurdan re û serdanên balyozxaneyên Nerwêc, Danmark û Kanada yên herêmên kurdî kir. Xanim Erlandsson soz da ko, vê pirsê deyne ber destê desthilata Swêdê, ji nêzîk ve wê bişopînin û bizavekê jibo rawestandina wê bikin.
Dawiyê, Şanda hevbeş sipasiya dezgeh û dewlet ên dostên kurd û parêzgerên mafên meruvan kir.
Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasiyên Kurd û Kurdistanî li Swêdê;

Federasyona Komeleyên Kuristanî li Swêdê;

Insyatîva Kurd li Swêdê

Stockholm 2008-12-18

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…