Li jêr duruşma “Êzîdî xwediyên xwe ne…rêya xwedîtiya Êzîdiyan di yekîtiya wan re derbas dibe”, dê di roja 24-25.12.2008 de, li bajarê Bielefeld/ Elmanya, dora 30 sazî, mal û komel, û zêdetir ji 300 rewşenbîr, dunav û kesayetiyên Êzîdiyan, werin cem hev, û kongreyeke mezin, ku layîqî kêşe û vekêş, pirs û pirsgirêkên Êzîdiyan be, li dar bixin.
Komîta amdakar, paş dora 8 mehan ji civînên berdewam, gengeşe û danûstandinan, gihişte wê encamê, ku Êzîdî jî, mîna hemî xelkên Xwedê, dikarin wek hev nefikirin, xwedannerînên cihêreng bin, lêbelê di heman katê de, dikarin werin cem hev; hizir û boçûnên xwe pêşkêşî hev bikin; bi hev re, yekîtiya xwe saz bikin; û bi hev re jî, bibin xwediyên pêşî û dawî, yên biryara xwe; çarenûsa xwe; pêşeroj û paşeroja xwe.
Lewre, biryar hate dayîn, ku kongreyeke wisa berfereh, ku bikaribe niwênerayetiya pirraniya Êzîdiyên Elmanyayê(ligel hindek mêvanên derve) bike, were lidarxistinê.
Lewre, “EZD” hate pêşinyazkirinê.
Lewre, “EZD” hate pêşinyazkirinê.
Komîta amadekar, paş qonaxeke dirêj ji danûstnadinan, gihişte wê biryarnameyê, ku navê saziya çavlirê bibe “EZD”(Ezidische Zentralrat in Deutschland/ Civaka bilind a Êzîdiyan li Elmanya/ المجلس الإيزيدي الأعلى في ألمانيا).
„EZD“ jî, wek kurtasiya navê saziya hêvîkirî, li gorî navê wê, yê Elmanî, wek pêşinyazname, hate qebûlkirinê, daku ew(EZD) ligel helûmercên Elmanya û qanûnên wê, ku pirraniya Êzîdiyên Diyasporayê lê dijîn, bigunce.
Bê guman, ev nav, tenê pêşinyazname ye. Hin navên din jî, dikarin bi rihetî, ji hêla delegeyan ve, werin pêşinyazkirin, û paşê kongre dê biryara dawî, li ser navekî ji wan navên pêşinyazkirî, bide.

Bê guman, Saziyên Êzîdiyan li Elmanya hene û pirr in jî, lê saziyeke berpirsyar û xwedanbiryar, ku bikaribe niwênerayetiya pirraniya Êzîdiyan, wek saziyeke fêrmî û bawerpêker, li Elmanya bike, hîn peyda nebûye.
Ev kongre, dê li seranserî herdu rojên xwe, gengeşe û danûstandinên berfereh, li ser rewşa Êzîdiyên derve û hundir, ji gelek hêlan û pencereyan ve, bike, daku di serencama dawî de, niwênerayetiyeke Êzîdiyan, a xwedanbiryar, û bixwebawer, li jêr navê saziyeke yekgirtî de, ku bişê bi fêrmî, bibe muxateb ji bo daxwaz, hêvî, û bîr û boçûnên wan, were damezrandinê.
Werin, em li vê kongreyê biryara wê saziyê û wê niwênerayatiya berpirsyar û xwedanqerar, ji bo Êzîdiyên vê Elmanyayê, bi hev re, bi yek dengî, bidin.
Werin, em bi hev re, vê carê, ne mîna hemî carên din, biryara çarenûsa xwe, bi xwe, ji bo xwe, û bi bîr û baweriyên xwe, bidin.
Werin, em vê carê, li vê Elmanyayê, bi yek dengî bibêjin: „Êzîdî xwediyên xwe ne..û rêya xwedîtiya wan di yekîtiya wan re derbas dibe“.
ROJEVA KONGREYÊ

ROJA YEKEMÎN
11:00 Vekirin:
Danasînek kurt, bixêrhatin, û deqeyeke bêdeng li ser giyanê
Pakrewanên Êzîdiyan. (10 deqe)
11:10 Qewlek û çend duwa ji yekîtiyê re. (20 deqe)
11:30 Peyva komîta amdekar. (15 deqe)
11:45 Hewcedariya Êzîdiyan bi niwênerayetiyekê.. Çima EZD?
(10 deqe)
11:55 Çima Êzîdiyan yekîtiya xwe, winda kirin..çima wan nikarîbû, heta aneha, xwe bi rêxistin bikin? (15 deqe)
12:10 Xwendinek di pêvajoya rêxistinên Êzîdiyan de. (15 deqe)
12:25 Bînvedan (20 deqe)
12:45 Xebatên komîta amadekar ji HEVKARÎ heta roja îro. (15 deqe)
13:00 Kongreya îro kî ne û ji kî pêk tê? (15 deqe)
13:15 Gengeşe û danûstandin. (3 deqe bo her mêvanekî) (75 deqe)
14:30 Firavîn(Xwarina nîvrojê) (70 deqe)
15:40 Pêşkêşkirina destûra EZD a pêşinyazkirî û vexwendina dîwanê/ Dîwana destûrê. (10 deqe)
15:50 Ravekirina destûrê û genegeşekirina wê ji hêla endamên dîwana destûrê ve. (40 deqe)
16:30 Danûstnadin, gengeşekirin û dengdan li ser destûrê, ji hêla delegeyan ve. (90 deqe)
18:00 Hilbijartina desteya bilind a rêvebir. (30 deqe)
19:00 Şahiya taybet (vekirî ye)
ROJA DIWEMÎN
11:00 Vekirin(10 deqe)
11:10 Paşeroja Êzîdiyên Başûr. (20 deqe)
11:30 Êzîdiyên Başûr di navbera destihilata Bexdayê û Hewlêrê de. (20 deqe)
11:50 Berê Şingalê li Iraqa nuh, ber bi ku ve ye? (20 deqe)
12:10 Çima Êzîdiyên Başûr Iraqa xwe, paş 2003an, winda kirin..kî kî winda kir? (20 deqe)
12:30 Rewşa Êzîdiyên Sovyeta berê. (20 deqe)
12:50 Bînvedan (20 deqe)
13:10 Rewşa Êzîdiyan li Rojavayê Kurdistanê. (20 deqe)
13:30 Rewşa Êzîdiyan li Bakurê Kurdistanê. (20 deqe)
13:50 Rewşa jinê di civaka Êzîdî de. (20 deqe)
14:10 Rewşa jin û ciwanên Êzîdî li Ewropayê. (20 deqe)

15:40 Gengeşe û danûstandin. (3 deqe bo her mêvanekî)(80 deqe)
17:00 Girtin, xatirxwestin û peyva dawî a komîta rêvebir, ya nûhilbijartî.

Cihê kongreyê: Carlsevering Str. 230
33649 Bielefeld(Quelle)
Dem : 24-25.12.2008
Têkilî / e-mail : ezde-europa@hotmail.de
Telefon: 0511185 7775
01522 630 89 62
0172 966 63 04
Komîta amadekar