ROZ

Xemgînê REMO

Hênik-bayê vê sibehê
Bêhna bîhok û hirmî yan
Sêv û hinar û berû yan
Ji paş çîyan
Bi xwere tîne …
Ev çi raze roz …?
Dîsa pêlên bêhrî kirina te
Dilê min
Di sotîgeha tenahî yê de

Dihejîne …
Toz û zingara xew-giranî yê
Jê di weşîne
Roz ….
Bawer neke ku razabûm
Heta bi şeva bûrî jî
Di xewnê de
Tilîyên min
Wek pezkovî yên birçî
Di nav zinar-memikên tede
Diçêrîyan .
Roz ….
Eva hatim ..ez têm
Û ezê bêm
Ji nû geş-agirekî zerdeştî yan
Li ber çongên te
Ezê vêxînim …
Daristana sênga te
Bo min buhar û hêlîne
Li ser lêvên te
Navê xwedakî mezin
Ez dibînim
Û şîn-çavên te
Du pirtûk ên pîrozî ne
Rû pelên Zendavîzta û
Avezta ez têde dixwînim …
Tenê ji şêrîn kanî yên xwe
Bide min ava serxweşî yê
Û dîsa bo min bibe
Dayîka Emê Gozê
Ezê deşt û çîyan bihejînim ….
Roz ….
Eva hatim ..ez têm
Û ezê bêm
Hestî yên gelyê Zîlan
Di tûrikekî xînim
Û li ser pişta xwe
War bi war bi gerînim ….
Çira yên di gola Wanê de
Vemirîn
Divê ji nû vêxînim ….
Fireh-govendekê li Dêrsimê
Bigerînim
Û efsaneya Agirî
Dîsa vejînim ….
Roz …
Xwe ragire
Eva hatim
Ez têm û ezê bêm …….

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…