BEHÎNAME

Nameyak bo merivé Evdalé Zeyniké Û Homerosé Kal:Yaşar Kemal

  Roj baş, Seyda.
Bi héviya siheteke baş û temenekî diréj…

Min ji nûçeyan bihîst*; Xelata Wejéyé ya ku Serokkomarî dide îsal layiqî cenabé te dîtine.
Ez bi navé te, mixabin nikarim xoşhalî û dilşadiya xwe diyarî cenabé te bikim.
Tu vé xelaté bistînî, sed heyf e ku ezé nebéjim pîroz be!
Ne ku cenabé te vé xelaté heq nake; te pir xelat heq kirine, te xelat wergirtine, û xelata herî mezin jî gihaye te: Dilé mirovan. Dilé milyon milyon meriv…

Ji dilé mirovan wir ve tir xelateke héjatir, bihatir, bi nîrxtir..?
Bivé nevé, xelat nişaneya héjayiyé ye, ya payebilindiyé!
Ê jixwe tu merivekî héja, pénûsekî xurt î xur, nivîskaré ku mirovahî pé bi rûmet û serbilind e yî.

Tu Yaşar Kemal î, ezbenî!

Hay ji xwe hebe: tu bi saxî nemir î, tu bimrî jî tu nemîr î.
Hay ji xwe hebe, û xwe bi desté xwe nemirîne.
Jahra ku pé ‘bimrî’ ye ev xelat, û didine te!
Di dawiya temené te de bi xelateké te jî ‘kedî’ bikin, te jî bikin ‘kuré dewleté’!

Bi xelatéké tu yé bixapî, ezbenî?
Qey tu bi qasî xelateké Serokkonariyé erzan î?

Tu Yaşar Kemal î, ezbenî:
Yek ji zarokén Homeros, merivé herî nézî Evdal!*

Tu Yaşar Kemal î,ezbenî:
Xwediyé romanén stûr stûr; ji pirtukén pîroz jî stûrtir…

Yé péximberan yek e, yé te deh in, panzdeh in!

De were,  mérxasiyeké bike, wernegire vé xelaté ji desté Serokkomar!
Wernegire, red bike bi navé 50 hezar kuştîyî!
Wernegire, red bike bi navé 5 milyon kesén ji cih û warén bûyî!
Wernegire, red bike bi navé 4 hezar gundén şewitî, rondikén herikî, xwîna rijiyayî û tét rijandin… û éşa ku hatiye kéşan û hé jî tét kişandin!

Tu ne yé qewîtiyé yî, rézdar.

Û haşa; ez û şîretan li te bikim, ré bidim ber te?

Lé dîsa jî, weke merivekî ji merivén Evdalé Zeyniké, weke şairekî evdalé zimané xwe; û bi qasî ku cenabé te bi ser wéjeya kurd ve bernadim jî; min xwest gewretiya te, dilériya te, kurdîtiya te bi bîra te bînim, ezbenî!

Li gel rézgirtiné, silavén ji milké dil.

30/10/2008

Arjen Arî

*Diyarmane

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…