bo lîcneya amadekar a 13. mîn mehrecana helbesta kurdî

Héjayén payeberz
Endamén Lîcneya Amadekar a 13.mîn Mehrecana Helbesta Kurdî

Bi navé nemirén  mîna Baba Tahiré Ûryan, Xanî, Mellayé Cizîrî, Feqî, Goran, Şéx Riza, û her weha Siyahpoş, Békes, Cegerxwîn û Mele Namî û Seydayé Tîréj we peyrewén li ser réça helbesta kurdî bi mebesta amadekirin û bi serkeftî bi encamkirina 13.mîn Festîvala Helbesta Kûrdî li Qamişlo, bi navé Komeleya Nivîskarén Kurd li Amedé ji dil û can destxweşiyé didine we û bi coşa dil dilxweşî û xoşhaliya xwe péşkéşî Licneya Amadekar, Lîcneya Hilbijér dikin, û bi taybet xelatwergirén payebilind yén ku bi helbestén xwe helbesta kurdî ji héla asta zimanî, hunerî, wéjeyî ve bilind kirine: biréz Ehmedê Şêx Salih, Dildarê Aştî, Melevanê Resûl pîroz dikin.
Bi héviya ku di salén di péş de bi hevkarî we û pişikdariya helbestkarén ji çar nikarén Kurdîstané, Amadekirina Festîvala Helbesta Kurdî li payîtexté ber dilé her kurdî, li Amedé.

Komeleya Nivîskarén Kurd/Amed
Bi Navé Desteya Réveber
27/10/2008

Arjen Arî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…