BEHÎNAME

SIPASÎ Û OMÎDEWARÎ

MELEVAN RESÛL

di riya malpera we ya hêja re :

Bi yadî salvegera li darxistina mehrîcana 13an a helbesta kurdî li Sûriye , û di encama bizava çalakiyên çandî de , ev ahinga pîroz li bajarê Qamişlo hate li darxistin .

Xwendevan , rewşenbîr , helbestevan û hemî xemxwerê peyva resn a kurdî silav û rêz ji were.

Ez gelek kêfxweş û dilşa me bi wergirtina min ji xelata mehrîcana kurdî ya 13an re .
Her çendî helbesta min , li gor pîvan û helsengandina lijneya rexneyî di rêza pêşîn de cih girtiye , ez spasiya wan dikim û dilsoziya xwe bi peyva kurdî re nûjen dikim , û ew ciwantirîn xelate bi singa min ve tê daleqandin , heta ji destê min were ezê jiyê xwe di ber parastin û pêşvebirina hestên kurdewarî bi zimanê xwe yê makî li banî bilind hilsengînim ,min divê bêjim ku her çendî helbesta min çaktirîn helbest bû , lê ez bi xwe ne jîrtirîn helbestevanim , helbestevanên kurd yên xwedan hestên tenik bi dehan hene ku karibin gotinên bedew û ristên qeşeng bihûnin û birêsin .

Xelata mezin , ew xelata miletê mirov bi singa wî ve daleqîne . bi hêvîme di paşerojê de fersenda her helbestevanekî di wergirtina xelatê de hebe .

Di vê biwarê de min dive bêjim ku rola her nivîskar , helbestevan û wêjevanê toreya kurdî , kevnetor û pêmaya gelê me , dayik û bavên miletê kurd  , bi bandore û hîkariya wan di berhema min de heye , ew jî mîna serhatiya cotarekî ka çawa di çar demên salê de , bi westan , ked û bizava xwêdana xwe , di werzê havînê de keda xwe dike arvan û dighîne ber destê nanpêjekî yan tenûrvanekî , îro belkî ew nanpêj ezbim , min jî bi qasî karîna xwe hevîrê xwe stirha û li ber devê koziya tenûra şarandî rawestiyam , ew tenûra ku çavê pêxemberê jiyana nuh (NUH) li bendewar mayî da ava jiyanê careke din ji vî welatî biherike û bibe barov û fermana vejîna jiyanek bê êş û azer bi afirîne , min hevîrê xwe bi wê tenûrê ve da  , bi omîdim nanê min ne şkeva be û li gor tam û çêja we here , bila noşîcan be ji bo hezvanê jiyana bi rûmet re , Bi hêvî me ku çalakiyên wêjeyî bi firehî li darkevin û ahingên serketî bi bestin û hemî beşên torê bi xwe ve girê bidin , ne tenê di warê helbestê de teng bimînin û pînosên zêrîn ji diwêta wêjeya kurdî vexwin û hevokên babetên hêja bi afirînin û pirtûkgiha kurdî dewlemend bikin .

Dupat : ez spasiya hemû rewşenbîr û helbestevanan dikim û bi taybet çi kesên di riya telefon, Email , name , êkser  û ragihandina malperan , ev xelata mehrîcanê li min pîrozkirîn .

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…