Rêxistina partî li helebê û derçûn xuleke din ya fêrkirina ziman

Heleb: Roja 10/10/2008 û di bin Çavdêrîya nûnerên komîta navendî berêzan Selah Beyro ,û bi amedebûn mamosteyên xulê  hijmareke  ber çav ji afret û lawan ezmûna  xuleye seretayî (xwendin û nivîsan din) bi dumahî anîn.
li destpêkê û piştî rawestandina hûr demeke kurt  li ser giyanê pêşewê zimanê dê , mamostê xuleyê binavê  xwe û qutabîyan bi xêrhatin û sipasîya amedebûyan kir,û nemaze nûnerê nivîsgiha çandê yê amade biwî ji bo ezmûna vê xuleyê,û ji balxwe ve  mamosta Selah Beyro peyvek  pêşkêş kir  û got:
 Bê goman di van kawdanên ku bizava kurdî têre derbas dibe ji encamê rewşa awarte,û corên sitemkarî û regezperistîyê yên ku miletê me jê dikazênê, cihê ser bilindî û şehnazîyê ye ku Rêxistina partî li bajarê helebê xuleyeke fêrkirina zimanê kurdî resen bi dûmahî bêne,û rêzdar Selah Beyro rola pêşewên nivîserê alif ba û rêzimana kurdî anî ziman û çend nemûnên mîr celadet bedir xan û osman sebrî û Dr.nûredîn zaza û…  diyar kir û bilin nerxand,û rêzdarî  piştgirîya komîta navendî bi taybet ya nivîsgiha çandê diyar kir.
 û xelata xulê ji bo herdû qutabîyên yekemîn di xuleyê de pesend kir.
 li dawiyê û ji derçûyan xwest  ku berdewam bin li ser pêvajoya (xwendin û nivîsandinê) ji bo karê xuleyên fêrbûnê, û sipasîya berpirsyarê Rêxistina partî li herêma Hlebê û mamostên xuleyê kir. 
û serkeftin û bextewerî ji yên di ezmûnê de bi ser ne ketin re xwesi.  

10/10/2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…